Cîhan

Li Meke yê xutba Înê bi zimanê Kurdi ye

Li gora nûşeya Rudawê, li Mekkeyê gotara (Xutbe) roja Înê ji bo heciyên Herêma Kurdistanê bi zimanê Kurdî tê dayîn.

Biryare sibê roja Înê bi amadebûna lijneya fetwayê ya taybet bo hecê, mamosteyekî ayînî li mizgefteke taybet a ku heciyên ji Herêma Kurdistanê lê kom dibin, gotara xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş bike.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Nebez Îsmaîl, ji Rûdawê re ragihand ku li wî cihî nêzikî 4 hezar heciyên ji Herêma Kurdistanê hene got, “Lêbelê li cihê ku gotar lê tê pêşkêşkirin kêmtir ji hezar kes lê dimînin û bo beşdarbûna wê jî herkesek azad e.”

Ev dê bibe duyem car ku li bajarê Mekkeyê gotara Înê bi zimanê Kurdî tê pêşkêş kirin.

Sala borî 5 hezar û 439 kes ji bo bicihanîna ferza hecê çûne Siûdiyê. Îsal hejmara heciyên ku ji Herêma Kurdistanê diçin bo hecê derket bo 7 hezar û 130 kesan.

Back to top button