Nivîsar

PKK û kampa Mexmûr

PKK ji bo Kampa Mexmûr bang dike û dide xûyakirin ku, rewşa Mexmûr ne başe û taybetî dive NY êrîşên Tirkiye bisekinîne.

Herweha di daxûyaniyê de hatiye ku, piştî êrîşa li Hewlêr hêzên PDKê rêyên Mexmûr girtine û xelk nikarin wek berê navbera Hewlêr û Mexmûr de çûyîn hatinê bikin.

Berpirsên PKKê li Mexmûr di daxûyaniya xwe de dibêjin: Heta ku Hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng bin, wê êrîş zêdetir bibin. Me derbarê êrîş û zextan gelek name ji nûnerên saziyên pêwendîdar re nivîsand û daxuyanî da. Lê heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî NY tu nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk nedane. Li gorî hiqûqa navneteweyî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê serweriya Iraqê bin pê dike. Ev rewş li dijî feraseta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin û bila ji bo rakirina ambargoya li ser kampê têkeve nav hewldanan.  Em bang li Tirkiyeyê jî dikin ku bila êrîşî Kampa Mexmûrê neke. Hikumeta Iraqê jî divê nerazîbûnê nîşanî vê êrîşê bide. Civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan jî divê li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk nerazîbûnê nîşan bidin.”

Herweha di heman daxûyaniyê de berpirsên PKK rexna li helwesta PDKê dikin û dibêjin:

“ Di heman rojê de hêzên ewlehiyê yên PDK’ê hin kesên sivîl ên li kampê girtin û tu agahî ji van kesan nayê stendin.

– Ji 19’ê Tîrmehê û vir ve ketin û derketina kampê hatiye qedexekirin. Rewşên lezgîn jî tê de nahêlin ku tu kes ji kampê derkevin.

– Destûr nayê dayîn kesên li derveyî kampê ne, biçin ser karê xwe. Gelek kesên li Hewlêrê dixebitîn ji karê xwe bûn.“

PKK wek her caran di siyaseta xwe de durûtiyê dike û nûçeyên derew radigihîne. Bûyera terorist a Hewlêr ya kuştina karmendekî yê konsulusxaneya Tirkiye û du hemwelatiyên Kurdistanê, li dijê destkeftiyên Kurdistanê bûn û armanca ji vê êrîşê ew bu ku aramiya herêmê têkbidin û di derbarê alozkirina rewşa Kurdistanê de ji bo xwe zemînek yê propagandeyên derew amade bikin.

Herkesek dizane ku biryara bûyera Hewlêr li Qendil û Mexmûr hatiye standin. Kesên çalakî kirîn çûyin hatina Mexmûrê dikin û Mexmûr ji kampek sivîl bêhtir cihek lojîstik e ji bo xirabiyên PKKê.

Armancek ya êrîşên PKKê siyaseta xeta netewiye û di roja mê de nûnerê vê xetê jî PDK ye. PKK welê bawere ku bi şkestina PDKê digihê armancên xwe .

Ji bo vê yekê jî bi hemû awayî êrîşê PDKê dike. Hukumeta herêma Kurdistanê dive li himber kiryarên PKKê hemû awayê tedbîra bistîne û biryarên radikal di vê derbarê de bigre. Nabê hukumet bi tu awayî rê bide ku kesek hewlbide aramiya Kurdistanê têkbide.

PKK wek her carî derewa dike û dema dikeve tengasiyê de, dest devnermiya dike û siyaseta xwe ya li ser derewa hatî avakirin têxe rojevê de.

Li himber vê siyaseta PKK ya li dijê destkeftiyên Kurdistanê , pêwiste hinek kadro û aligirên PDKê ku sempatiya wan jiPKKê re heye, xwe serast bikin û di derbarê PKKê de rastiya heyî bibînin. Ev yek nebê, dê ew kes ji PKKê behtir bibin tehdîtek li ser xeta netewî û siyaseta PDKê bi xwe.

Nûçe/Analîz

 

 

Back to top button