Civak

PKK zarokên temn biçûk bi çek dike û dibe Qendilê

Serokê Komiteya Asayîşa Meclisa Navxwe yê Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Hamid di de xûyakirin ku, PKK li sinorê parêzgeha Silêmani de ciwanên temênê wan ji 18 salî biçûktir bi çek dike û rêdike Qendîlê.

Di derbarê vê yekê de Berzan Hemid  daxûyaniyek daye BassNewsê û gotiye:  Em hatine agahdarkirin ku PKK zarokên temenê wan ji 18 salan biçûktirin dişine Qendîlê. Herşçend li gor yasayan mafê ti hizbekê tuneye ku zarokên temenê wan ji 18 salan biçûktir bêyî razîbûna dayik û bavên wan, wan çekdar bike û bişîne şer.”

Herwiha Berzan Hemid amaje bi wê yeke jî kiriye heger malbatên zarokên wan ji aliye PKKê wa hatibin revandin û bo şer hatibin şandin bila serdana wan bikin lewre ew li ser meseleye kar dikin û daxwazê ji dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin rêliber vî kar bigirin û ew ne karekî yasayî ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Berzan Hamid destnîşan kiriye ku li ti welatên cihanê ti hizb û rêxistin zarokên temenê wan ji 18 salan biçûktir çekdar nakin û ew kar dûre ji ehlaq û nirxên mirovahiyê.

Berzan Hemîd dibêje ev diyardeya kare PKKê nearamî û nexweşî bi xelkê ra durist kiriye û pêwîste PKK dev ji wî kare xirab berde berê zarokan nede qada şerê li çiyan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button