Polîtîk

Tu pêwendiya axavtinên Sengawî YNKê re tuneye

Berdevkê Fermî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek derbarê axaftinên Mehmûd Sengawî belav kir û tê da aşkere kiriye axaftinên Mehmûd Sengawî ne boçûnên YNKê ne.

Derbarê gotinên Sengawî îro Mekteba Siyasî ya YNKê daxuyaniyek belav kir û tê da ragihandiye: “Em ji hemû aliyan ra aşkere dikin ew axaftinên Mehmûd Sengawî, ne helwêsteka siyasî ya YNKê ye û peywendiya wê bi YNKê ra tuneye. Em rêz û hurmetên xwe yên taybet bo Kak Mesûd Barzanî tînin ziman bo dostaniya dîrokî ya ligel wî.Aniha jî em bi kelecan in bo bihêzkirina wan peywendiyên dîrokî.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da amae bi wê yekê hatiye kirin ku bi tenê daxuyaniyên Berdevkê Fermî yê YNK helwêsta YNKê tîne ziman gotin û daxuyaniyên din ne helwêst û boçûnên YNKê ne.

Cihê behsa ye ji ber YNKê ti post nedane kurê Mehmûd Sengawî jî jî beramber wê yeke gotinên ne dî cî da bo Serok Barzanî anîne ziman.

Back to top button