Polîtîk

Ev qatil ne layiqê bersiv danê ye

Mehmût Sengawî endamê mekteba siyasî ya YNKê ye. Kesayetek nivz û xwedî zihniyetek paşdemayî ye. Sengawî endamê mekteba siyasî ya YNKê ye, lê ji siyasetê behtir wek berpirsek yê mafyayê dilive. Sengawî tawanbarê kuştina rojnemevan Kawa Germiyaniye. Ji bo postê ku di dest de ye dadgehê ew girt ,lê mixabin mecbûr ma cardin serbest berdan.

Sengawî û kesayetên wek wî, tovê nifaqê ne di nava Kurdan de, xwedî kînin û beredayîne. Dema winda dikin nikarin tê bigihin ku dawiya wan hatiye.

Sengawî di gotarkî de bi tundî êrîşê PDKê û serok Barzanî kirîbû. Gelek bê edebî kirîbû û bê berpirsiyarî axavtîbû.

Ofisa serok Barzanî di vê derbarê de daxûyaniyek ragihand.

Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku axavtinên Mehmûd Sengawî ku gelek nizm û bê ast bûn, wê yekê nahîne bersiv bihê dan. Çunku dîrok û kar û kirdarên vî kesî xuyane û aşkeraye, mafiya, talançî û bikuj yê wê yekê nîne bersva wan bihête dan. Li gel vê yekê jî bo Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û berdevkê wê gelek ciwantir bû ku bê deng mane ne ku ev daxuyanameya şerminane û bê naverok li beranber axavtinên talançîyekî belav bikin ku bi nefesa têkdana rewşa Kurdistanê û şêwandina asûde û tenahîya civakîya xelkê axivîye.

Back to top button