Vîdeo

Ezê di du rojên bê de serdana Silêmaniyê bikim

Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, postê wezereta hatine yekalîkirin û tenê C.V a kandîdan werdigirin û guftûgoyê li ser dikin.

Mesruru Barzani dibêje ku, pêwîst e aliyên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, kandîdên karibin bibin wezîr pêşkêşbikin.

Derbarê serdana aliyên siyasî de Mesrûr Barzanî ragihand, di 2 rojên bê de serdana Silêmaniyê dikin û bi aliyan re dicivin.

Mesrûr Barzanî piştî ku roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Parlemantoyê ve ji bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin, roja 12ê Hezîranê jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin. Li gor fermana herêmî heyama 30 rojî ji raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem re hatiye destnîşankirin.

Îro jî yekem civîna xwe ji bo wê mebestê bi Polîtburoya PDKê re destpê kir û biryar e di 2 rojên bê de serdana Silêmaniyê bike û bi YNK û piştre bi aliyên siyasî yên dixwazin beşdarî kabîneya nû bibib re bicive.

 

Back to top button