Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê nû yê Amerîkayê civiyan

Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê ji bo wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û piştgiriya Waşintonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin anî ziman. Nêçîrvan Barzanî jî spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de bo Herêma Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya civînê, roja 15ê Hezîrana 2019an Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller tevî pîrozbahiya li Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya Waşintonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin aniye ziman û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bilind nirxandiye, herwiha kêfxweşiya xwe ji bo pêngavên baştirbûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Matthew H. Tueller kiriye ji ber wergirtina posta Balyozê Amerîkayê li Iraqê û hêviya serketinê ji bo wî xwestiye di karên wî de, hemû alîkariyên Herêma Kurdistanê, ji bo serxistina karên wî nîşan daye. Herwiha spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de ji bo Herêma Kurdistanê û nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê kiriye û amaje bi wê yekê daye ku pêngavên ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr – Bexdayê berdewam in û tekezî li hevkariyên hevpeymanan bi taybetî yên Amerîkayê di warên reformên Herêma Kurdistanê û bi giştî Iraqê de kiriye.

Di beşeke din a civînê de proseya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa deverê bi giştî hatiye gotûbêjkirin.

Back to top button