Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Ehmed Ebûlxêt bi nameyekî pîrozbahî li serokê herêma Kurdistanê kir û daxwaziya serkeftinê kir.
Peyama Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî
Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ..
Silaveke germ,
Ez kêfxweş im ku ji ber hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pîrozbahiya xwe ya mezin ji were bigihînim, ez ji bo we di vî erkê nû de hêviya serkeftinê dixwazim.
Ez bi temamî bawer im ku cenabê we dê hemû şiyana xwe ji bo bilindragirtin û vejandina Iraqê bi kar bînin, ku bi tebayiya navbera hemû pêkhateyên wê û pêkvekarkirina wan ji bo parastin û bihêzkirina seqamgîrî û geşkirina di hemû waran de tê bidestxistin.
Ez vê boneyê weke derfet dibînim daku daxwaza mezin a Komkara Erebî ji we re nîşan bidim ji bo berdewamkirina peywendî û hevkarîkirina li gel we, ji bo her tiştekî ku mayeya xweşguzeraniya welatiyên Iraqê be li seranserê welat û li hemû war û aliyan.
Rêzgirtina me ya herî mezin qebûl bikin
Ehmed Elbûxêt
Serokê Komkara Erebî
13-6-2019