Hevpeyvîn

Yildirim: Ez bawer im Nêçîrvan Barzanî dê gelek karên serkeftî encam bide

Berbijêrê AK Partî yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Binali Yildirim pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Ez di wê baweriyê de me ku ji bo navçeyê û gelê Kurd jî gelek karên serkeftî encam bide. Ez jê re serkeftinê dixwazim.”

Binali Yildirim îro serdana Amedê kir û li ser pirsa Nûnerê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Amedê Maşallah Dekak a “Gelo bendewariya we ji dengdêrên Kurd çi ye?” ragihand: “Ji dengdêrên Kurd, ji tevahiya hemwelatiyên ku ji 80 parêzgehan li Stenbolê dijîn, weke Kurd, Tirk, Mûhacir, Ereb û her wekî din ku li cîhên din jidayîk bûne, lê li Stenbolê dijîn, li wir jiyana xwe birêve dibin û paşeroja xwe lê ava dikin, dixwazim ku piştevaniya min bikin, ji bo hilbijartinên 23ê Hezîranê, hemwelatiyên me yên Kurd jî di nav de ne.”

Yildirim li ser armanca xwe ya serdana Amedê eşkere kir: “Armanca serdana min a ji bo Diyarbekirê jî ew bû ku em cejnê li hevdu pîroz bikin û careke din rûbirû hevdû bibînin û li benda piştevaniya wan bin. Em ji bo vê li vir in. Di van 17 salên dema desthilatdariya AK Partiyê de, li ser navê azadî, demokrasî, mafên bingehîn me gelek karên mezin kirine. Di mijara pêdiviyên sereke yên weke zimanê dayîkê de, di mijara bikaranîna zimanê Kurdî de pirsgirêk hebûn. Pirsgirêkên xwe îfadekirinê hebûn. Lê îro kursên Kurdî dikarin bêne vekirin û li zanîngehan beşa zimanê Kurdî hatine vekirin, li nexweşxaneyan bi zimanê Kurdî alîkarî tê dayîn û parêzer jî dikarin bi zimanê Kurdî parastinê li mûwekîlên xwe bikin. Weke hêsankariyên jiyanê, dikarin hemû awayî xizmetê werbigrin.”

Li ser pirsa “Nêçîrvan Barzanî bû Serokê nû yê Herêma Kurdistanê, hûn dixwazin çi bêjin? Di demên derbasbûyî de jî gelek danûstandinên we çêbibûn?” Binali Yildirim diyar kir: “Di serdema serokwezîrtiya xwe de, ango di navbera salên 2016 û 2018an de li gel Birêz Mesûd Barzanî jî, Birêz Nêçîrvan Barzanî jî çend caran me hevdu dît. Li gel herêma bakurê Iraqê gelek peywendiyên me yên çandî û bazirganî hene. Di demên herî zehmet de jî me balafirxaneya li wir vekirî hişt. Tevî bûyerên li Iraqê û êrîşên DAIŞê jî me bi berdewamî li gel bakurê Iraqê peywendiyên xwe parastin. Dema ku me ev jî dikir, me hertim tiştek li ber çavan digirt. Ew jî yekparçetiya axa Iraqê û destûra Iraqê û herwiha di nava vê de jî Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê.”

Binali Yildirim li ser giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê got: “Hûn dizanin ku ceribandineke giştpirsiyê hebû. Şaş bû, lê baş bû ku dest ji wê şaşîtiyê berdan. Birêz Mesûd Barzanî dest ji siyaseta çalak berda û Nêçîrvan Barzanî çû cîhê wî. Ez pîrozbahiyê lê dikim. Ez wî ji nêzîk ve nasdikim. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo navçeyê û gelê Kurd jî gelek karên serkeftî encam bide. Ez jê re serkeftinê dixwazim.”

Back to top button