Nivîsar

Şêwirmendên Netewî

Şêwirmendên Netewî.

Welatê Me Kurdistan îro di konaxeke dîrokî re derbas dibe. Pirsa Kurdan li ser xeteke gelek nazik pêşde diçe. Li her deverê dijmin û dost hene. Li aliyekî Kurd di nava çar dewletan de hatine perçekirin lê li qada nawnetewî de Kurd weke mileteke resen û xwedî şarîstanî têne nirxandin. Kurdistan weke dergûşa kultur û dîroka mirovahiyê jî tê qebûl kirin. Berxwedêriya Kurdan li cîhanê deng daye. Di vi warî de gelek destkeftî û daneyên me hene. Kurd ji bona mafê xwe liberxwe didin û welatê kesî jî dagirnekirine. Eşkereye ku pêkvejiyan di navbêna miletên qedîm û olên gerdûnî de dîsa li Kurdistanê mafê jiyanê dîtiye. Li her perçeyeke Kurdistanê bi amûrên cüda Kurd liberxwe didin, xwedî li doza derdikevin, doza mafê xwe dikin. Di gelek waran de pirsa Kurdan bi germî di rojeva Cihanê de ye. Dost û dijmin Kurdan niqaş dikin. Hemû sazî û dewlet projeyan ji bona Kurdan diafirînin. Li ser dahatuya Kurdistanê her kes li gora siyaset, berjewendî û bîrdoziya xwe çareseriyan jî dibinin…

Siyaseta netewa Kurd îro hewcedarê komeke şewirmendên netewî ne.

Ev kom divê ji mirovên ku ji hêla civakî de neqandî bin, ji hêla zanist û teknîk de tekûz bin, xwedan projeyên netewî bin, ji hêla ziman û kultur de tije bin, xwedan pîvanên entelektuelî bin were damezrandin. Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê divê cîhê xwe di nava wan şêwirmendan de bibînin. Şêwirmend divê di asta netewî û navnetewî de karibin bibin alikarê Serokê Netewî Mesûd Barzanî û serok jî di asteke bilind de karibe siyaseteke netewî birêve bibe.Di hemû warên civakî de divê şewirmend karibin siyaseteke netewî biafirinin; ekonomî, dîplomasî, yekîtî û yekrêziya Kurdan, hişmendiya netewî, leşkerî, pêwendî bi dewlet û miletên ciran re, Kurdên diasporayê, medya Kurdî, pirsa perwerdê li seranserê Kurdistanê, pêwendî bi malbat, herem, rêxistın û eşirên welat re, siyaseta zimanê standart, pırsa bajarvanî û geşedan ûhw… Ango şêwirmend divê fikir, raman û projeyan biafirînin û di warê civakî de gelekî çalak bin.

Mirovê şêwirmendên netewî di civaka Kurdan de divê xwediyê taybetmendiyan diyar bin. Di nava xwe de hevbeş bin, xwedi zanebûn bin, nefs biçûk bin, Kurdperwer bin, di karê xwe de zîrek bin, xwediyê aqileke netewî bin, pêşkêş bin. Ne zexel û gendel bin. Ev şêwirmend di nava raya Kurdan de divê xwediyê helwesteke netewî û exlaqî bin. Ji hêla raya giştî ya Kurdan de wilo hatibin pejirandin. Şêwirmendên netewî divê qet nekevin dûv berjewendiyên şexsî û malbatî, ne ji bona xwe karbikin, ev tenê ji bona doza netewa Kurd kar bikin. Ango derwêşên doza netewî bin, xizmetkarê netewa xwe bin, ne xwe li ser doza welat berz bikin. Ew Doza welat berz bikin. Divê şewirmend hergav ji xwe bipirse; min ji bona welatê xwe çi kiriyê û ez dikarim çi bikim?

Hejmara şewirmendên netewî divê pir zêde ne be. Divê şewirmend gava ku hewcedarî hebe bikaribin zû werin cem hevdû. Li gora pirsa temsîlîyetê ji hemû beşên Kurdistanê divê mirov hebin lê hejmar jî gelekî zêde nebe. Kurdên li derveyî welat jî divê di nava şêwirmendan de hebin. Divê rêgez û rêbazeke ku şêwirmendan û serokê netewî li hevdû bibanîne hebe û pêwendiyên wana xurt bike jî were amade kirin. Pêwendiya di navbêna serok û şêwirmendan de divê herdem zindî be. Li ser bahwerî, dostanî û doza hevbeş pêşde biçe. Asta ku xebat li ser bê kirin, rêgez û rêbazên hûndirî divê li ser mafê demokratik û rêzgirtin ji bona azadiya raman ava bibin. Lê li dervê jî divê xebat li ser rêbazeke înformel û aqilana bê meşandin. Ji derveyî serok û şêwirmendan divê tu kesên din ne xwedî mafbin ku beşdarî civînan bibin. Li gora mijara ku were nîqaş kirin mirov dikare ji derveyî şêwirmendan kesên ku pisporê mijara xwe ne jî dawetî civînan bike.

Eşkereye ku îro hewcedariya netewa Kurd bi aqilekî hevbeş û netewî heye. Ev aqil beriya her tiştî divê aqîleke Kurdistanî û hemdemî be. Aqilê hevbeş divê li ser mafê mirovan, nirxên netewayetî, azadî, demokrasî û wekheviyê avaniya xwe berz bike. Hewl bide ku welatê me Kurdistanê derxe asta saristanîya cihanî. Aqilê hevbeş divê him Kurdî be û him jî gerdûnî be. Aqilê hevbeş û netewî divê li ser zanebûneke hemdemî ava bibe û projeyan ji bona pêşeroja Kurdistanê biafirîne… (Wê dewam dike)

Şerefxan Cizîrî

Back to top button