Polîtîk

Hebûna PAKê û partîyên Kurdistanî mafekî rewa ye

Her roj nûçeyên nexweş ji Tirkîyeyê tên, xelk ji kar tên dûrxistin, muxalîf tên girtin, parlamenter û şaredar û kesên ku ji alîyê xelkê ve tên hilbijartin ji kar û berpirsîyarîyên xwe bi darê zorê tên dûrxistin. Ev kiryarana demeke dirêj e li Tirkîyeyê bûye bûyerên rojane.

Sîstema rêveberîya Dewleta Tirkîyeyê û ya hiqûqa wê bi temamî polîtîze bûye. Rojname û televîzyon têde hemû medya bûye yekreng û yekdeng. Nuha dewlet li dûv bêdengkirina medya civakî ye. Bi hezaran kes ji bo parvekirin, şirove û fikrên xwe yên di medya civakî de weşandine, tên girtin. Ev kontrol û girtin ji bo kurdên YE(Yekîtîya Ewrûpa)yê û cîlên sêyem ku hemwelatîyên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) ne jî derbas dibe. Maf û azadîyên demokratîk û bi taybetî yên fikrî bi sîstem têne binpêkirin.

Hilbijartinên dawîn yên herêmî ku di 31ê Adara 2019an de li dar ketin, mînaka herî dawîn û ya berbiçav e. Hevpeymanîya AKP-MHPyê, ji bo pêşî li muxalefetê bigre hemû rê û rêbaz dane ber xwe. Piştî hilbijartinan jî, bi dubare hejmartina dengan û bi nuh kirina hilbijartinan, dixwazin rê li ber guhertinan bigrin. Bi destê YSKyê (Dezgeha Bilind ya Hilbijartinan) dixwaze hin şaredarîyên ku HDPyê bi dest xistine, betal bikin û bidin partîya ku di hilbijartinê de bûye duyem ku ew jî partîya Erdogan e.

Yek ji gavên dawîn ya bêhuqûqîya dewletê jî, hewla daxistina(girtin) Partîyên Kurdistanî yên legal in. Dadgeha Qanûna Esasî ji bo girtina partîyên ku di navê wan de Kurdistan heye doza girtinê li wan vekirîye. Ev partîyên Kurdistanî, partîyên qanûnî ne, demokratîk in, ji hemû cûre şîddetê dûr in. Yek ji van partîyan Partîya Azadîya Kurdistanê ye, ku 4 sal û nîv berê bi fermî hatîye damezirandin.

Ji ber ku van partîyên Kurdistanî, behsa miletê kurd, zimanê kurdî û Kurdistanê dikin, behsa mafê neteweyî û demokratîk yên miletê kurd dikin; Dadgeha Qanûna Bingehîn îdîa dike ‘ewlekarîya netewî’ ya Tirkîyeyê tehdît dikin.

Hebûna PAKê û partîyên Kurdistanî mafekî rewa ye. Herweha hebûna partîyên bi vî rengî ji bo civakên di warê etnîkî, dînî, aborî, cografîk de pir reng in, dibe pireke xweşbînîyê di navbera bawermendîyên cuda û gelan de.

Dadgehên Ewrûpayê li gor xala 11an a Peymana Ewrûpa di çerçova mafên mirovî de, partîyên sîyasî diparêze. Ev peymana navneteweyî ji alîyê Tirkîyeyê ve jî hatîye pejirandin û îmzeya wan jî li bin peymanê heye. Divê qanûnên Tirkîyeyê li gor vê peymanê bê durustkirin. Herweha li gor xala 90î ya Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê, dema qanûnên Tirkîyeyê û yê navneteweyî ku Tirkîyeyê îmze kirîye werin beranberê hev, dê qanûnên navneteweyî esas bêne girtin û ew qanûnên navneteweyî divê cî bi cî bibin…

Digel van rastîyan jî dîsa dozgerîya Tirkîyeyê bi aktîfî li dijî ”mafê azadîya ramanî û mafê xwe yê bi rêxistin kirinê” radiweste. Argumenta sereke ya dozgerîya Tirkîyeyê ”Serwerîya dewletê û yekparebûna wê ya tu car nikare bê perçekirinê” ye. (paragraf 68, beş 4). Qanûna partîyên sîyasî (qanûn 2820, beş 81) dike ku tu hêz nikare li ser esasê etnîsîteya xwe û li ser esasê zimanê xwe yê zikmakî li Tirkîyeyê sîyasetê bike an vê rastîyê di bernameya xwe de bi cî bike û ji bo çareserkirina wê fikrê xwe bibêje.

Sîyasetmedarên Tirkîyeyê him qanûna esasî û him jî sîyasetê wek aletek ku kurdan diskirîmîne bikin bi kar tînin. Qanûn û biryarnameyên Tirkîyeyê yên ku partîyên kurdan qedexe dikin, ne meşrû ne, ne li gor rastîya tarîxê, ne li gor rastîya cografîk û ne jî li gor rastîya demografîyayê ye.

Sîyaseta tund û êrîşkar a Dewleta Tirkîyeyê him ya hundurîn û him jî ya derve, kaoseke mezin jî bi xwe re anîye. Rêveberên nuha ji bo li ser hukum bimînin, dixwazin hêzên demokrasîxwaz, rewşenbîr, nivîskar, partîyên sîyasî, her cûre muxalefetê û dinya azad bitirsînin ku ew bi tu awayî mudaxele nekin, bi hindikayî bêdeng bimînin.

Kirin û helwestên Dewleta Tirkîyeyê, qet ne yên qebûlkirinê û bêdengmayînê ne. Em wek Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê bangî Parlamentoya Ewrûpa, rêxistinên navneteweyî, hukumetên welatên dinyayê û bangî temamîya gelên cîhanê dikin, demildest li hember kirinên Tirkîyeyê û bi taybetî jî kirinên wê yên li hember kurd û Kurdistanîyan, li hember dozên girtinê (daxistinê) yên li hember PAK, PSK, PDKT, KKPyê helwest deynin û dengê xwe bilind bikin.

PAK-Ewrûpa

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê

Back to top button