Civak

Em hêvî dikin ku,ji nêzîk ve kar ligel Nêçîrvan Barzanî bikin

Seroka Rêxistina Bernameya Alîkariya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) tê naskirin, bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir û got ew dixwazin ligel Nêçîrvan Barzanî ji nêzîk ve kar bikin.

Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis di twîtera xwe de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Jeanine Hennis dibêje: “Malbata Neteweyên Yekgirtî li Iraqê hêvî dike ku ji nêzîk ve kar ligel Nêçîrvan Barzanî bike.”

Jeanine Hennis heftiya borî li Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî  ve raporek derbarê Iraqê de pêşkêş kir û daxwaza pêkanîna hikûmeta Iraqê kir û hêvî jî xwest ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de pêşve biçin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button