PDK-T pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Berpirsên PDK-T pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê dikin. Bi vê minasebetê daxûyaniyek ragihandine.
Daxûyaniya Pîrozbahiyê:
Ji bo Rêzdar Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Rêzdar em bi minasebeta hilbijartina we wek serokê herêma Kurdistanê , cenabê we pîroz dikin û hêviya serkeftina we dikin.
Dizanin ku demek gelek hesas te we ev erka hêja wergirt. Herweha em dizanin ku hunê gelek bi zanebûn bibin sêwana hemû aliyên siyasî, pêkhatên Kurdisdtanê , Ol û mezhebên cuda.
Rêzdar serokê herêma Kurdistanê,
Di qonaxa ku em têre derbas dibin ne tenê çavê Kurdistana Başûr, çavê hemu Kurda li hemû beşên Kurdistanê li weye û hêviya serkeftina we dikin. Ji bo ku serkeftina we destxistina mafê rewa yê gelên Kurdistanêye.
Cardin ji germiya dilê xwe cenabê we pîroz dikin û bila serokatiya we li hemû Kurdistaniyan pîroz be.
Rêz û silav
29.Gulan.2019
Îskan Aydin
Cîgirê Serokê Giştî yî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T)
Alî Yurek
Endamê serkirdiyatiya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T)


