Civak
Eyad Elawî pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir

Di pêwendiyeke telefonî de Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê Eyad Elawî bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di erkê wî yê nû de.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya Elawî kir li ser wê pêwendiyê û li ser pîrozbahiyê û hêvî kir ku di qonaxa bê de hemû alî bikaribin bi hevbeşî xizmeteke baştir ji bo welat û pêkhateyan bikin.
Di wê pêwendiya telefonê de herwiha herdû aliyan behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên ku mane bi rêya diyalogê kirin û tekez kirin li ser bingeha gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan.


