Partiyên Kurdistana Îranê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi minasebeta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî lê kir û hêviya xwe anîn ziman ku bi hewldanên xwe weke her demê bibe piştevanê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê.
Peyama Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi vî awayî ye:
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî
Bi boneya hilbijartina cenabê we ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê hemû partiyên beşdar ve em li Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê pir bi dil pîrozbahiya we dikin.
Bi li berçavgirtina ezmûn û jêhatîbûna cenabê we di îdareya hikûmetê de dilsoziya we ya ji bo gel û niştimanê, em hêvîdar in bi hewldanên we jiyana xelkê li Başûrê Kurdistanê ber bi başbûnê ve biçe û weke her demê bibin piştevanê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê.
Em careke din pîrozbahiya we dikin û ji bo doza rewa ya Kurdan em hêviya serkeftinê ji bo we dixwazin.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
8ê Cozerdana 1398ê hetawî
29ê Gulana 2019ê zayînî


