Polîtîk

YNKê fraksyona xwe erkdar kir ku deng bidin Nêçîrvan Barzanî

Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) firaksyona xwe raspartiye ku di civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê de beşdar bin û jibo posta Serokê Herêma Kurdistanê deng bidin kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî.

Îro Polîtboruya YNKê bi armanca pêdana garanityê bi endamên serkirdayetiya xwe derbarê cîbicîkirina rêkeftina li gel PDKê civiya.

Civîn bi serpereştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî birêve çû û di civînê ku li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, Polîtboruya YNKê hemû endamên serkirdatiya wê partiyê piştrast kir ku hemû bend û madeyên rêkeftina wan a bi PDKê re dê weke xwe were cîbicîkirin.

Polîtboruya YNKê herwiha endamên fraksyona partiya xwe di nav Parlamentoya Kurdistanê de raspartine ku di civîna sibe ya parlamentoyê de beşdar bin û jib bo posta Serokê Herêma Kurdistanê deng bidin Nêçîrvan Barzanî.

Di civînê de hatiye gotin, ku PDK amade ye hemû bendên rêkeftina bi YNKê re weke xwe tevî mijarên têkildarî Kerkûk û Bexdayê cîbicî bike, lê ew cîbicîkirin bi qonaxên cuda dibe.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand: “Ew piştraskirina polîtboruya YNKê piştî wê yekê hat ku di çend rojên bihorî de beşek ji endamên serkirdatî û polîtboruya vê partiyê ketibûne gumanê ku renge Serokê Herêma Kurdistanê bihê hilbijartin û PDK hemû xwestekên xwe pêk bîne, lê belê mijara parêzgar ji pişka YNKê û wezaretên Iraqê bo YNkê yekalî nebe, lê di civîna îro de armanca Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ev bû ku ji serkirdatî û endamên polîtboruya partiya xwe re bêje, ku rêkeftina wan a li gel PDKê bi temamî dê were cîbicîkirin, tevî Kerkûk û Bexdayê jî û tenê li ser jihevtêgihîştina navbera Kosret Resûl û Mesûd Barzanî maye.”

Peyamnêrê Rûdawê got: “Polîtboruya YNKê êvara îro fraksyona partiya xwe ya di nav Parlamentoya Kurdistanê de radispêre ku sibe Sêşemiyê her 21 endamên wê jibo posta Serokê Herêma Kurdistanê deng bidin Nêçîrvan Barzanî.”

Biryar e sibe Sêşemî 28ê Gulana 2019, Parlamentoya Kurdistanê bicive û di vê civînê de Serokê Herêma Kurdistanê bi dengê parlamenteran bihê hilbijartin.

Li gor rêkeftinên navbera PDK, YNK û Goranê, Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin.

Back to top button