Civak

PKK li Başûrê Kurdistanê bacê ji xelkê distîne

 Çekdarên PKKê li sînorê nahiyeya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê bazgeh û xalên kontrolê danîne û bi zorê pereyan ji karker û koçer û bazirganan distînin. Lewma jî xelk pir pêzar û hêrs bûne.
Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDK ya Silêmanî – Helebçe Eta Şêx Hesen ragihand: “Hejmara çekdarên PKKê li navçeyê zêde bûye û bazgehên xwe li pêşiya xelkê danîne û gumrik û pereyan ji karker û bazirganan distînin. Ew çekdar li hemû sînorê Şarbajêr belav bûne û herwiha pereyan ji koçer û xwediyê pez distînin.”
Eta Şêx Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çendîn sal e ku çekdarên PKKê li Şarbajêr bazgehên xwe yên neyasayî danîne û bac û serane û pereyan ji xelkê feqîr û karkeran û ji bazirganan distînin. Herwiha ew kesên ku pezên xwe dibin zozanan, gumrik û serane ji wan distînin.”
Hesen wiha got: “Çekdarên PKKê xelkê navçeyê ezyet didin û ew pir bêzar û hêrs bûne. Herwiha ji ber dorpêçên abûrî yên Amerîka li ser Îranê, deriyê nû yên qaçaxê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de vedibin û wek pêwîst nayên kontrolkirin, lewma jî hêzên PKKê li ser sînor bazgeh û xalên xwe danîne di ku zêdetir gumrikê bistînin.”
Back to top button