Cîhan

Trump: Şer dibe dawiya Îranê

Îran bi daxûyaniyekî eşkere kir ku, ewê bernama xwe ya Atomî berdewam bikin . Berdevkê Enerjiya Atomî ya Îranê Behroz Kemalwendî da xûyakirin ku, li Nawenda Nataz ya Atomî dê intaca pêşdebirina Uranyumê 4 qet zêde bikin. Berbirsê Îranê dibêje ku, dê di nava çend heftiyan de dest vî karî bikin.

Li gora peymana Atomî ya li gel Îranê ; dema intaca Uranyumê bighê 300 kiloyî, divê ya zêde rêbikin derveyê Îranê.

Piştî helwesta Amerika ku xwe ji peymana Atomî dayî aliyekî, Îran jî dibêje hêdî ew xwe girêdayê vê peymanê nabînin. Berpirsên Îranî bi daxûyaniyên xwe Amarikayê gelek tehrîk dikin.
Serokê Amerikayê Donald Trump herî dawî di daxûyaniyek ya xwe de got: Eger Îran dixwaze li gel Amerikayê şer bike, ev yek dê bi awayek fermî bibe dawiya Îranê. Tu cara Amerikayê tehdît nekin.

Du derbarê vê aloziyê de Yekitiya Ewropa jî daxûyaniyek da û dibêje, tehemûla herêmê ji pirsgirêkên din re nemaye. Gerek her alî xwe ji provakasyona dûr bêxe.

Back to top button