Nêçîrvan Barzanî ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayiş re name şand

Di nameyekê de bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pênc xalên sereke derbarê karê Ofîsa Netewên Yekgirtî ya li Iraqê ku weke UNAMI tê naskirin, pêşniyar dike.

Kopiyeke vê nameyê ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê û berî sê heftiyan ji dengdana Encûmena Asayişa Navdewletî li ser projebiryarekê bo dirêjkirina dema karê UNAMI li Iraqê heya saleke din tê.

Ev nameya Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê mijûlî amadekirina planekê ji bo kêmkirina karê UNAMIyê ye.

Yekemîn daxwaza Serokwezîr Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, derbarê Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê ye. Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de dibêje, Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dikare “roleke sereke bilîze” weke navbeynkar û destpêkirina “diyalogeke xurt û berfireh” di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan, ji wan jî: “Cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.”

Sala bihorî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY û endamên Encûmena Asayişa Navdewletî re şandibû û têde daxwaz kiribû ku di projebiryara Encûmena Asayişê de rola Netewên Yekgirtî di çareserkirina kêşeyên Kerkûkê û navçeyên veqetandî hebe û UNAMI xwdiyê vê rola sereke be. Tevî piştgiriya Amerîkayê bo vê daxwazê, lê belê Brîtanya ku di Encûmena Asayişê de berpirsyarê sereke yê dosyeya Iraqê ye, ev daxwaza Hewlêrê paşguh xist.

Li gor çavkaniyeke dîplomatîk, reşnivîsa projebiryara îsal jî ya derbarê UNAMIyê de ku tê çaverêkirin roja 31ê Gulanê deng li ser bê dayîn, ev xal têde nîne ku Hewlêr daxwaz dike.

Heya niha jî welatên endam di encûmenê de bersiva fermî ya nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nedane.

Pêşniyara Barzanî derbarê rewşa mirovî ya li Kurdistanê de

Di xaleke din a nameya xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwaza bilindkirina asta Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê dike ku bi kêmanî berpirsekî Netewên Yekgirtî li Hewlêrê bihê danîn ku di asta Cîgirê Şanderê Sekreterê Giştî yê NY de be. Herwiha daxwaz dike ku kesek weke Berpirsê Karûbarên Mirovî yê Netewên Yekgirtî were diyarkirin, çimku ew post ji sala 2015ê ve bi betalî maye. Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz dike ku binkeya sereke ya Bernameya Mirovî ya Netewên Yekgirtî ji Bexdayê bo Hewlêrê were veguhastin, “çimku %90ê awareyên Sûrî yên li Iraqê û %60ê hemû awareyên Iraqê, li Herêma Kurdistanê ne.”

Daneyên Netewên Yekgirtî, wan daneyên (amarên) nav nameya Nêçîrvan Barzanî piştrast dikin, lê belê di raportên mirovî yên derbarê Iraqê de kêm caran daneyên taybet bi Herêma Kurdistanê tên belavkirin. Nûneratiya Iraqê li Netewên Yekgirtî jî di ti civîn û konferanseke Netewên Yekgirtî de amaje pê nake, di demekê de ku ev amajepêdan, ji bo şêwaza dabeşkirina alîkariyên navdewletî li Iraqê giring e.

Bûdceya plana mirovî ya Netewên Yekgirtî bo îsal 701 milyon dolar e ku ji bo alîkariya 1.7 milyon awareyan an jî kesên nû vegeriyayî ye.

Ji destpêka şerê DAIŞê ve Herêma Kurdistanê nêzîkî 1 milyon awaryên Iraqî vehewandiye û hêj jî li gor raporta herî dawî ya Netewên Yekgirtî, hêj 800 hezar aware li Kurdistanê mane.

Danpêdana (îtîraf) NY bi federalîzma Herêma Kurdistanê

Di xaleke din de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz dike, di raportên Netewên Yekgirtî de amaje bi “Federalîzma Herêma Kurdistanê” bê kirin û “îtîraf pê were kirin.”

Netewên Yekgirtî derbarê Iraqê de hejmarek raportên xûlî û cuda amade dike ku ya herî xuya, raporta Sekreterê Giştî ye û sê mehan carekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî re dişîne. Di raporta herî dawî ya Sekreterê Giştî yê NY de ku kopiyeke wê ji bo Rûdawê hatiye şandin, 33 caran navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye û 12 caan jî peyva Federalî ji bo wesifkirina saziyên hikûmeta Iraqê hatiye bikaranîn.

Nerîna min :