Cîhan

Amerîka hêzek mezin rêdike Rojhilata Navîn

Rojnama New York Times di nûçeyek a xwe de dide xûyakirin ku Amerika xwe amade dike ku 120 hezar leşkerî rêbike Rojhilata Navîn.

Rojname li gora çavkaniyekî berpirsekî yê Dezgehê Ewlehiya Netewî ya Amerikayê de dibêje: Amerika vê yekê dike da ku, li himber helwesta Îranê ya dikare êrîşê hêzên Amerika bike yan jî hewlbide ku bernameya xwe ya Atomê berdewam bike ji niha ve tedbîrekî distîne.
Rojname navê çavkaniya xwe eşkere nake. Di nûçeyê de nabêje ku , dê hêzên Amerikî li kijan welatê Rojhilata Navîn bi cih bibe. Ev biryar ji aliyê John Bolton û ekîba wî ve hatiye dayîn. Lê di dibêjin ku, Amerika bi vê çalakiya xwe tu welatekî dagir nake.

Li gora New York Times, hêja nayê zanîn ku, hayê Trump ji vê planê heye yan tuneye. Lê Trump di bersiva pirsekî di derbarê Îranê de dibêje: Emê bibînin ka li Îranê dê çi bibe.Eger Îran hewlbide tiştekî bike dê ev yek bibe çewtiyek mezin.

Herweha Bolton di daxûyaniyek ya xwe de eşkere dike ku, Amerika ne di nava amadevaniyekî de ye ku li gel Îranê şerekî bike. Lê eger artêşa Îranê û Pasdarên rejima Îranê bi awayekî erîşê hêzên me bikin em amadene ku bersiva wan bidin.

Back to top button