
Kurtejiyana Mesrur Barzanî
Mesrur arzanî, kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo posta serokwezîrtiya herêma Kurdistanê, kurê mezin yê serok Mesud Barzani ye, ew sala 1969ê li başûrê Kurdistanê ji dayîkbûye.
Ka çewa serok Mesud Barzanî di 16 saliya xwe da bûye pêşmerge û ew her dem dibêje ku ji bo wî pêşmergatî mezintrîn pile û posteye û ew dê her weke pêşmerge bimîne. Mesrur barzanî jî di bihara jîyê xwe da, anku di 16 saliya jîyê xwe da, sala 1985 çekê pêşmergatiyê bi mlê xwe kiriye û bi awayekê gelek jêhatî, zîrek û mêrxasane ketiye nav refên pêşmergeyên Şoreşa Gulanê.
Mesrur Barzanî roleka berbiçav û çalak di Destana Xwakurk da, sala 1988 ê li djî rjêma diktaturya Bees ya ji navçûyî hebû. Sala 1991ê digel pêşmerge û xelkê Kurdistanê beşdarî di serhildana li djî hikumeta Iraqê kir û Kurdistan ji bin destê destihlata rejêma faşîst a Bexdayê hate rizgar kirin.
Mesrur Barzanî xwendina amadeyî/ lîse li Îranê etmam kiriye û paşî vegeriyaye Kurdistanê. Piştî demekê ji bo xwendina zimanê Îngilîzî ber bi Brîtanyayê bi rê ketiye û li wê derê bekalaryos bi zimanê Îngilîzî wergirtiye.
Mesrur Barzanî xwendina pêwendiyên navdewletî lizanîngeha Emerîkî li Washington temam kiriye. Sala 1998 ê vegeriyaye başûrê Kurdistanê û dest bi xebata siyasî kiriye.
Di kongreya 12ê ya PDKê da, Mesrur Barzanî weke endamê serkirdayetyê û paşî ji bo endamê Mekteb Siyasi ya hatiye hilbjartin.
Sala 1998ê bûye rêveberê giştiyê Ajansa Parastinê .
Sala 2012ê dibe rawêjkarê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê.
Mesrur Barzanî ji sala 1998ê pê de, di saziyên bilindên asayişê da berpirse û di nava van salan da bi awayekî serkeftî wezîfeya xwe eda kiriye û başûrê Kurdistanê ku di nava çar djimnan da ye û devereka tejî arîşe û prisgirêke û çardûrên wê terorîstin û rojane çend kîlometir ji herêma Kurdistanê dûr kiryarên terorîstî tên encam dan, ewî kariye başûrê Kurdistanê bi aramî bi parêze û weke deverak aram ji bu hewandina xelkê ji deverên din qesta Kurdistanê dikin, ji ber hindê Mesrur Barzanî bi endezyarê parastna aramiyê tê nas kirin.
Mesrur Barzanî sala 2005ê Dezgehê Xêrxaziya Barzanî avakiriye û vê saziyê di alîkarîkirina penaber û lêqewmiyan da, çi li başûrê Kurdistanê yan deverên din, roleka mezin hebûye û heye.
Sala 2013 ê Zanîngeha Emrîkî li bajarê Dihokê vekiriye û ew serokê borda wê zanîngehê ye.
Mesrur Barzanî di dema şerê dijî terorîstên DAÎŞê da roleka mezin û bi bandor hebû, ji alyekê ew rastewxe mil bi milê pêşmerga di sengerên şerî da bû û ji alyek din ve di warê li hevguhertina zanyariyên îstîxbaratî da digel hevpeymaniya navdewletî ji bo lêdana bingehên terorîstan roleka giring hebû.
Mesrur Barzanî ji bilî zimanê kurdî, zimanê Erebî, Farisî û Ingilîzî dizane. Wî toreka berifreh ya têkeliyên diplomasî li ser asta herêmî û navdewletî heye, roleka mezin di serxistna referenduma serixwebûna kurdistanê da hebû.
Mesrur barzanî xêzandare û sê kur û keçek hene.