Civak

Hefteya bê Nêçîrvan Barzanî dibe serokê Herêma Kurdistanê

Parlamenterê PDKê Hêvîdar Ehmed dibêje, îro ewê navê berbijêrê xwe ji bo kursiyê serokê Herêma Kurdistanê bidin Parlamentoya Kurdistanê, ku ew jî Nêçîrvan Barzanî ye.

Hêvîdar Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro PDK dê nav û Cviya Nêçîrvan Barzanî wek berbijêrê me ji bo kursiyê serokê Herêma Kurdistanê bide Serokatiya Parlamentoya Kurdistabê. Herwiha sibe Çarşemê saet 11 dê deriyê pêşkêşkirina navên berbijêran bê girtin.”

Ehmed wiha got: “Pêşî dê Parlamentoya Kurdistanê 2 rojan pêdeçûnê bi CV û navê berbijêran bike, ku mercên yasayî di wan berbijêran de heye ku bibin serokê herêmê yan na, herwiha piştî wê jî dê 2 rojan derfet hebe ku tane li biryara parlamentoyê, piştî wê jî bi 3 rojan dê serokê herêmê li parlamentoyê bê hilbijartin. Hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê dê bikeve dawiya hefteya bê.”

Back to top button