Civak

Bê Pêşmerge ewlehî bicîh nayê

Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Mistefa ragihand ku DAIŞ li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ku di bin destê Heşda Şeibî de ne, dîsa dest bi pilanan kiriye û ewlehiya wan navçeyan bê Hêzên Pêşmerge pêk nayê.

Şêx Ceifer ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ dûbare dest bi pilanan dike. Diçin ser malan li sînorê navçeya Şiwan li Kerkûkê û gundên devera Xaneqîn. DAIŞ çalakî û tevgerên xwe berfireh kiriye. Li Mexmûrê jî li Çiyayê Qereçox DAIŞ dest bi tevgerê kirine. Li Qeretepe û Cebare û Celewla jî terorîstên DAIŞê hene.”

Şêx Ceifer wiha got: “Artêşa Iraqê daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kiriye ku êrişî çekdarên DAIŞê bikin li wan navçeyên Kurdistanî yên ku DAIŞ li wan belav bûye û çalakiyên bihêz tê de dike, nexasim li sînorên Kerkûk û Xaneqîn û Cebare û Qeretepe, ji ber ku ti pilaneke ewlehî li wan navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê ve bê Pêşmerge ser nagre, lewma jî hêzên Iraqê neçar in ku bi hevbeşî ligel Pêşmerge îdareya wan navçeyan bike.”

 

Back to top button