Polîtîk

Erdogan tehemûla windakirinê nake

Kovara Brîtanî The Economist di derbarê hilbijartinên şaradariya Stanbulê de nirxandinek kir. The Economist di ser nivîsa xwe de dibêje: Li Stanbulê her kesekî ku girîngiyê dide azadiya demokrasiyê divê ji bo yê heq kirî bête hilbijartin herê ser sendoqê û dengê xwe bide.

The Economist dibêje ku, Serokkomarê Tirkiye tehemûl nake ku di sendoqê de winda bike. Ligora Kovar dide xûyakirin, li Tirkiye hêdî sendoq ne bi temamî adilane ye. Lê kêmasî hindikbê jî mecrayek a azadiyêbû.Lê 6ê Gulanê bi îptalkirina hilbijartinê ev yek jî hate winda kirin.

Kovar cih dide gotina Erdogan ya ku di sala 2017ê. Erdogan gotibû: Eger em li Stanbulê winda bikin, emê li hemû Tirkiye winda bikin.

The Economist di nivîsa xwe de dibîje:
“ Li Tirkiye kesên ku ji desthilata Receb Tayib Erdogan ya otokratîk acizin tenê rêyek li pêşiya wan hebû.
Serokkomarê wan,rojnemevan û bi hezaran bûrokrat avêtin zîndana, naveroka dezgehên dewletê vale kir ji bo hêza qanûnê bêxwe di destê xwe de referandumek pêkanî. Rojnemeyên serbixwe bi darê zorê ji bo hevalbendên xwe dan firotin. Zavayê xwe yê klasa duyem kir wezîrê maliyê, zererek mezin da bihayê pereyêTirkiye û welat ber bi aloziyekî ve bir. Pêwendiyên Tirkiye li gel Yekitiya Awropa û Amerikayê bi temamî fetisand. Lê hêja efendiyek yê wî hebû: SENDOQ. Li Tirkiye hilbijartin ne adilane têne kirin, lê kêmasî bi azadî têne çêkirin.

Bi encama guvaşin AKPê û serokkomar Dezgehê Bilind a Hilbijartinê, hilbijartinên Stanbulê bajarê ku, di warê darayî û çandî de paytexte îptal kir.
Erdogan dizaniya Stanbulê winda bike, dê Tirkiye jî winda bike.“

Back to top button