Giringiya nivîsandina pexşane
GIRINGIYA NIVÎSANDINA PEXŞANÊ
Pir girîng e rewşenbîrên Kurd, giraniya xwe bidin ser nivîsandina pexşanê.
Di van demên dawîn de, nivîsandina bi Zimanê Kurdî wisa zêde bûye ku meriv êdî nikare têbigîje ka çend milyon keç û lawên me bi nivîsandina zimanê xwe ve mijûl dibin. Xwedayê mezin bi wan re be, serkeftin û şadî ji bo wan be.
Ew nivîsên ku têne nivîsandin, çendî ku tev nîşana bipêşketin û berfirekirina Çanda Kurdî ne jî, lê mixabin bi çewtî û şaiyên xwe ve bi giranî helbest in, gelek ji wan jî nivîsên bê sûd in. Jixwe di nivîsandina Gotinên Pêşiyan û yên folklorîk e, şaşiyên pir mezin û beloq hene.
Sûda nivîsandina helbestan, zêde ji bo bipêşxistina Vêjeya Kurdî tune. Ji ber ku di helbestan de rêzimanî, hevoksazî û tewrên dî yên nivîsê, pir kêm in yan jî nînin. Ez bawer dikim, pir hindik kes li vê babetê disêwirin. Sedem jî ev e: Ji ber ku dema ew dinivîsin, vîn û daxwaza wan çewa radibe pêdarê û geş bûye, wisa dinivîsin.
Di lêkolîneka min de derket holê ku piraniya kesên dest bi nivîsandinê kirine, pêşî helbest nivîsandine. Sedem jî diyar e: Ji nivîsandina helbestan re sergêjiyeke zêde tune; mirov xwe bêgav nabîne ku li gor qalibê fermî yê rêzimanî here. Ji ber ku helbest germiyeke winsa diafirîne ku mirov ne li gor zanistiya zimên, lê li gor vîn û daxwaza xwe dilive. Bêguman ev yeka han jî dibe sedem ku edebiyata pexşan kêm dikeve û li paş dimîne.
Jixwe diyar e ku heta niha bi baran helbest bi Zimanê Kurdî hatine nivîsandin, lê mixabin pexşan pir hindik hatiye nivîsandin.
Nivîsandina helbestan jî, diyar e ku ji ber rewşên taybet derdikeve holê. Yan ji ber kelandina dilê meriv, çi bi şadî û çi bi êşdarî, derdikeve holê.
Pir girîng e rewşenbîrên me giraniya xwe bidin ser nivîsandina pexşanê, da ku nivşên niha serweteke nivîskî ji nivşên pêşerojê re wek mîrat bihêlin. Yanena, rewşenbîr di bicihanîna berpirsyariya xwe de wê kêm bikevin û di rûpelên mêjû de jî wê bi navnotiyeke xirab bêtin naskirin.
Xwedayê mezin hêz û biriyeke xurt bide nivîskar û nivîsendeyên Kurd…
13/ 05/ 2019
Zeynelabidin Zinar