Digel hemî tiştî zimanê aştîyê
Ji bo zimanê aştîyê disa em ketin rewşek dijwar. Piştî êrîşa PKK’ê ya dawî, zimanê şer zêdetir bû, bertekên tûnd li hat bikar anîn.
Kesên ku, dibêjin qey di demên wisa de, zimanê aştîyê nîşaneya qelsbûnê ye, ûslûbên xwe tûndtir dikin.
Bi sedan car hat jiyandin, disa heman tişt, wek cara yekem pêk hatiye wê disa biqewime.
Di vê dema ku, ji sala 2. ya damezirinadina Komarê heta niha bû 86 sal cara yekeme em li ser vê meseleyên şiklek eşkere muzakare dikin. Heke carek din dîsa zimanê şer bandordar dibe, wê gişî hêviyên aştîyê were temirandin.
Mîada PKK’ê bi dawî bûye. Lê hêj bandora wî, wesayeta wî li ser tevgera sîyasî berdewam e. Sîyaseta Kurd wê vê tevgerê tavsîye bike.
Ji zûde ve derketiye holê ku, wê bingeha tasfîyeyê demokratîze kirin pêk bîne.
Ji bo ku sîyaseta Kurd xwe nû bike, Enqereyê jî rê li pêşaya wan venekir. Bi doza KCK’yê, bi binçavkirinên KCK’yê bi operasyonan PKK xurt dibe.
Di van rojên dawî de, îdiayên ku dibêjin piştî îydê wê operasyon destpê bike. Di van operasonan de parlamenter jî di navde bi hezaran kes wê werin binçavkirin. Ev îdia di medyayê de cih girtin. Encama van îdiayana ev ku, zimanê PKK’yê şer li ser Kurdan bandordar e.
Bi zêdebûna hejmara mirîyana çareserîya meseleyê dijwar dibe. Heke hejmara yên ku tên desteser kirin her roj zêdetir bibe mesele çareser nabe, dema çareserîya pirsgirêkê dirêş dibe. Civak Tirk vê yekê dît, lê hêj Enqere nabîne.
Tevî hemî tiştî, bikaranîna zimanê aştîyê qels bûyîn nîne. Nîşaneya bi xwe bawarî, Bawarîya bi ciwakê, bawarîya bi mîrovahî yê ye.
Hikûmeta AKP’ê û BDP alîkarîya civakî ya ku di bin bandora wan de ye, divê vegerînin aştiyê.
“Dema ku Xeberdan Bi Dawî Dibe” ew dem çek derdikevin holê, tûndî bandordar dibe. Û civaka Tirk her tim liwê bû. Cara yekem hêvîya ji wê xelasbûn pêk hatibû. Wê Tûndî bi dawî bibana.
Her çiqas zimanê aştîyê zêde bilind bibe, qada çekan wê teng bibe.
Civaka Tirk ji Enqereyê, ji nûnerên Kurdan vê yekê hêvî dike.
Okan Gönensin
www.xeberkurd.com