Hevpeyvîn

Firat: Ak Partiyê çewtî kir

Siyasetvan û parlementerên AK Partiyê yê berî Dengir Mir Firat di hevpeyvînek li gel Rojnemevan Ruşen Çakir pêkanî.

Di vê hevpeyvînê de Firat behsa pirsa kurd li Tirkiye dike. Firat dibêje: Qebûlnekirin û inkara kurdan ji holê rabû, lê asimilasyon berdewam e.

Ruşen Çakir: Dema em ji îro heta sala 2005-ê berçavre derbas bikin aliyên vê pirsê çi çewtî kirin?

Firat: Yekem divê em li kurda binêrin.Çewtiya kurda çiye? Li gora min li ba kurda çewtî gelek tuneye.Ji ber ku em kurda û terorê dikin yek.Yanî em dibêjin kurd teror e û teror jî kurd e. Em divê xwe ji vê xilas bikin. Deman em vê fam bikin, emê bibînin ku, di bingehê xwe de daxwaziyên kurd dikin  gelek demokratîkin. Ew wekheviya di navbera hevwelatiyan de dixwazin. Lê demek hat ku, me pirsa PKK-ê û pirsa kurd kir yêk. Ji bo vê jî me got bila çek bisekinin emê hingê behsa azadiyêbikin. Gerek ji bo pêkanîna maf û azadiyan tu merc tunebin.

Eger em kurda û PKK-ê bikin yek ev çewtiya herî mezin e.Ak Partî ji kurdan dengê yekî distîne. Lê me rast liv ê pirsê binêriya dê deng mej i çara sêsê bûna
Serokwezîr dema hilbijartinan de pirtukek nîşan dikira û digot ev pirtuk bi kurdî me daye çapkirin.

Di rastiya xwe de ev ligora destura heyî tawanek bû. Ji ber ku hêjî tîpên kurdî wek X, Q,W qedexene. Mirov çawek baş li zimanekî binêre û başqeye û mirov zimanekî bêxe di bin demana destûrê de başqeye. Heta niha li gora destûrê navên kurdî qedexene ,lê xelk navê kurdî li zarokên xwe dikin û kesek deng nake.

Ez bawerim neqebulkirin û inkara kurd heta cihekî hate rakirin lê asimîlasyon berdewam e..

Back to top button