Nivîsar

Lîsteya Kujerên Dewletê

Di sala 1996’an 3’ê yê mijdarê de bûyerâ Susurluk’ê pêk hat.
Süleyman Demirel Serokomar, Necmettin Erbakan Serokwezîr, Mesut Yılmaz jî serokê partiya mixalefeta serekeye.

Roja 12’ê mijdarê Mesut Yılmaz diçê serdana Serokkomar. Di roja 13’ê mijdarê (1996) de Serokkomar Süleyman Demirel ji Necmettin Erbakan re mektubeke taybet dişine: “Birêz Prof. Dr. Necmettin Erbakan, serokê partiya mixalefeta sereke Mesut Yılmaz di 12’ê mijdarê (1996) de hat serdana min û ji min re behsa wan mijaran kir: ‘Di hundirê Miduriyeta Giştî ya Ewlekariyê de Daîreya Hereketa Taybet heye. Me hinek agahî girt ku emdamên wê daîreyê tevlî karen ‘tîryakê, kumbarxaneyê, xeraçê, kuştina mirova’ dibin. Bûyera dawî jî nîşan da ku ev agahî weswese nîne tiştekî hêj zanebûna me xirabtire. Îtrafên kujerê ku Ömer Lütfî Topal kuşt gelek balkêşin.

Ev kesana suçên xwe îtraf kirine celbî Enqerê bûnê lê destê xwe ba dikin, serbest digerin. Di Miduriyeta Ewlekariya Stenbolê de hemû belge amadene. Reîsên aşîretê dewletê bikartînin. Tê gotin ku hinek wazîfedarên dewletê ji Îbrahim Şahînê ku serokê daîreya hereketa taybetê talîmata digrin ku ev kirina di wezîrê karen hundir jî tev de bi agahiyên hinek kesên meqam bilind de pêk tê. Nêzî 100-120 kesî tevlî van suçan bûne. Ev kesena kujerên ku di bin fermana dewletê de wezîfedarin.

Gere dewlet ser vê mijarê lêpirsînekî veke. Heke em dest bi lêpirsînê nekin, demokrasiye bikeve xetereyê. Heke evina derkevin holê jî dewletê zirarê bibîne. Îtbara min meqanîzmeya dewletê ya normal re tuneye. Lijneya Venêrîna Dewletê vê lêpirsînê hilde ser stuyê xwe.’

Ser nav gotinan min jî jê re got: ‘Di destê Lijneya Venêrîna Dewletê de qadroyeke wisa xurt tuneye di ser de jî ev lijne nikarê wî karî bîne cîh, ez ê wana ji hikumetê re bêjim, gere li wî welatî hebûna 2 hikumeta dernekeve holê, bawerîya min ya dewletê wisa ye gere tiştên reş û xirab derkevin holê ku dewlet ji ber vê rewşê xirab nabê beravajîyê vê hê here xurt bibe.’

Li gor min ev îdîayên ku ji aliyê serokê partiya mixalefeta sereke xat pêş xistin gelek girîngin. Ez rica dikim ku ev îdîayên ciddî were lêpirsîn kirin.’
Süleyman Demirel

Li Enqerê di sala 1994’an de parêzer Yusuf Ekinci, Faik Candan, wezîfedarê wezerata sihetiyê Namık Erdoğan û Midurê Nifusa Altındağê Necip Baskın hatin kuştinê. Piştî kuştina wan 17 sal derbas bû. Doza kiryar nediyar berdewame. Lêpirsîna 18 kesên ku jê 15 kes endamên hereketvanên taybetin berdewame. Duh 5 hereketvanên taybet hatin girtinê, yek jî sevkî dadxaneyê bû.

Ayhan Çarkın dibêje ku ‘ez naxwazim ser tiştên tarî were girtinê, bila êdî her tişt derkeve holê.Ez dixwazim alikariyê bidim vê mijarê. Ev mirov çima hatin kuştinê ez nizanim. Dema ku ez dipirsiyam ji min re digotin ku ‘Dewlet û Lijneya Ewlekariyê Ya Netewî her tiştî zanin’.
Dema ku doza Susurluk’ê û kiryar ne diyar vebû min jî xwest ku vê nameyê disa biweşînim. Ji bo îbreta alemê..

 

Mehmet Altan

www.xeberenkurdi.com

Back to top button