Yawer: Pêşmerge bo Saidye û Celewla nehatiye rê kirin
Cebar Yawer sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê nûçeya çûna pêşmergeên Kurdistanê bo devera Saidiye û celewlayê direw derxist û got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê heta nuha tu hêzên pêşmerge nexistine tevgerê. Rêkeftineka emnî di navbera pêşmergeyê Kurdistanê, leşkerê Îraqê û hêzên Amerîkayê de haye ku hêzên hevbeşên her sê aliyan deverên veqetandî (Wîlayeta Mûsil, Kerkûk û Diyala) bi hev re biparêzin, Lê mixabin hikûmeta Bexdayê ew rêkeftin bin pê kiriye.
– Rewşa hevwelatiyên kurd ên deverên Celewla û Saidye gelek aloz û dijwar e, xelkê wê deverê rojana tên terorkirin û ji mlên wan tên derxistin. Li hebnerî wan êrîşên dikene ser malbatên kurd û hevwelatiyên medenî, hikûmeta Îraqê bêdenge.
– Hikûmeta Îraqê guh nade wê rêkeftina emnî û bi serê xwe, bêy wergirtina raya her du komîteyên wezarî û komîteya karên bala, lîwaya 4 ji firqeya yek a leşekrê Îraqê ji Bexdayê rêkiriye deverên Celewla û Saidye. Îro jî sê fewcên din ji firqeya pênc a leşkerê Îraqê rêkire Saidyeyê.
Yawer got jî ku ew hêzên leşkerê Îraqê gelek serêşî û aloziyan ji malbatên kurd re çê dikin. Rojane malbatên kurd tên tirsandin, derxistin û terorokirin, laşkerê Îraqê jî weke pêwîst tevnagere û rê li pêşiya wan karên têkder nagire.
Yawer got:
– Heta nuha hikûmeta herêma Kurdistanê tu hêzên pêşmerge nelivandine, lê her du lîwayên 2 û 3 yên pêşmerge li devera Germiyan di amadebaşiyê dene. Tê çaverêkirin ku , komîteya wezarî û komîteya karê bala razî bibe û ew hêza pêşmerge ber bi Celewla û Saidye biçe û wan deveran û ser û malê hevwelatiyan biparêze.
Sekreterê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku sibe roja sîşemiyê komîteya kar a bala dê li dor vê pirsê bicive û dawiyê vê mehê jî dê komîteya wezarî ji bo heman mebestê civînekê saz bike.
Weke tê zanî di mediyayê de nûçeya çûna du lîwayên pêşmergê Kurdistanê bo devera Celewla û Saidye ji bona parastina aramî û parastina hevwelatiyan bi berfirehî cî girt, lê Cebar Yawer sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê ew nûçeye red kir.
Rojevakurd