Nivîsar

Ji bo baweriyê divê qonaxa tarî ronî bibe

Li Tirkiye piştî hatina Ak Partiyê li ser hukum gelek guhertin hatin kirin, piraniya van guhertinan bi awayekî muhasebeyek li gel sistemê bi xwe bû. Helwesta li himber stûna herî bi hêz ya statukuyê gavek gelek girîng bû. Taybetî girtina  generalan û guhertinên di nav hêzên çekdarên Tirkiye de hatîn kirin,rê li gelek pêşkevtinên civakî vekirin. Ji sala 2009-ê heta niha di vê derbarê de  gelek gav hatin avêtin. Yanî bi awayekî weseyata leşkerî li ser sivîlan hate şkênandin û kêmkirin.

Dema mirov bixwaze tiştek nû û pakij ava bike divê tu qirêj ji dema berê nemîne. Ji bo vê jî ronî kirina demek tarî ji bo guhertinan bingehek saxlem  jî pêktîne.  Li Tirkiye û Kurdistanê demek gelek taybet hate jiyandin. Taybetî dema Tansu Çîler serokwezîra Tirkiye û Mehmet Agar wezîrê navxwe bû, piraniya xirabîyên mezin hatin kirin. Bi destê dewletê dezgehên tarî hatin damezirandin û ji bo bikaribin çavên civatê bitirsînin û li gora mejiyê xwe tevgera kurd têk bibin, zilm û zordariyek nemirovane pêkanîn.

Di dema wan de 17 hezar kurd bê serûşûn hatin kuştin û heta niha di derbarê kujerên wan de tiştek cidî nehatiye kirin. Herweha heta niha çarenûsê hinek kesên di wê demê de winda bûyî nayê zanîn. Di vê demê de li gel rêxistinên wek Ergenekon û Jitemê hêzek gelek taybet ku rasterast ferman ji Tansu Çîler û Mehmet Agar distandin hate damezirandin. Hêza tevgera taybet li Kurdistanê xwîn rijand, li dijê kurdan terorek hovane kir. Kiryar û zilma vê dezgeha tarî û terorîst piraliye û babetek gelek taybet e.

Heta hukumeta Tirkiye , Ak Partî vê qonaxa Tansu Çîler û Mehmet Agar muhasebe nekê û tişta pêwist neyê kirin, ev gavên ku erênî tên avêtin jî gelek baweriyê nade xelkê. Gelek caran xelk baweriyê guhertinan naynin û dibêjin Ak Partî di tiştên dikê de ne samîmiye. Belkî jî sedema bingehîn ya vê bê baweriya xelkê  deng nekirina hukumetê  ji vê qonaxa taybet e.

Tansu Çîler bi sedê milyona dolar bi desthilatdariya xwe ya taybet ji bo qetilkirina kurdan serfkirine. Her tişta bi destê hezên Taybet dijî kurdan li Tirkiye û Kurdistanê hatî kirin bi fermana van herdu kesan e. Roja ku hukumet berê xwe bide van kesan û muhasebeyekî li gel wan bike û vê qonaxa tarî ya taybet ronî bike dê baweriyekî jî bide xelkê û kurdan bi xwe jî.

Çewe generalên xwîn rêj qanun nenas derketin li himberî dadgehê û hatin girtin divê Tansu Çiler û Megmet Agar jî bêne dadgehkirin. Niha li Tirkiye bingehê darizandina van herdu kesan yê qanûnî pêkhatiye. Polîsek ji tevgera hêzên taybet li xwe mikur hat û navê hinek kujeran da û ew jî niha hatine girtin. Ev polisên hatîn girtin li xwe mikur hatine û navê Mehmet Agar dane. Hukumet baş dizane ku Tansu Çîler û Mehmet Agar tawanbarin, qatilin û destê wan di xwîna miletê kurd de heye. Di destê hukumetê de belge gelekin.

Roja ku mirov bibîne Tansu Çîler û Mehmet Agar derketin himber dadgehê û destê wan jî kete darê kelebçê û berê wan bidin girtîgehê, wê qonaxek gelek taybet û tarî ronî bibe. Wê Baweriya xelkê li hukumetê çêbibe. Girtina van kesan ji bo Ak Partiyê jî, ji bo demokratîzekirina civatê û ji bo pêkanina civatek sivîl jî dê bibe mîladek.

Heta niha li himber hemû kiryarên hukumetên Ak partiyê dema gavek erênî avêtine ji aliyê kurdan ve pişgirî dîtiye. Hergava ber bi demokrasiyê ve ber bi sivîlkirina civatê ve bê avêtin kurd pişgiriyê didin hukumetê. Niha  dema ronî kirina qonaxa Tansu Çîler û Mehmet Agar hatiye. Desthilat ya Ak partiyê ye, kerembikin vê gava dîrokî bavêjin û baweriya xwe di nav civatê de pipejirînin..

14.08.2011
Dara Bilek

Back to top button