Nivîsar

Senteza Tirk-Îslam û pirsa Kurd

SENTEZA TIRK-ÎSLAMÎ Û PIRSA KURD

 
‘Ereb,Tirk û Farisan her dem ola Îslamê li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî  bikar anîne. Di plana yekemîn de parastin, pêşvebirin û belavkirina îslamê na, parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî û di vê çarçoveyê de bikaranîna îslamê hatiye kirin. Li gor qen’eta min tek gel, tek netewe Kurd in ku îslamê parastine û pêşvebirine û li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî wek amûrek bikar neanîne.
 
Tevgera Fethullah Gulenî  tevgereke neteweperestiya Tirk a rû olî ye. Armanca bingehîna Fethullahheztiyê parastin, pêşvebirin û bilindkirina neteweperestiya Tirk e. Parastin û pêşvebirina ola îslamê ji wê bi şûnde tê.
 
Neteweperweriya Tirkekî, heskirina wî/wê ya ziman, welat û hest û ramanên wî/wê yên parastin û pêşvebirina Tirkîtiyê rewşeke asayî ye. Lê, bikaranîna neteweperweriya Tirk li hember  mafê neteweyî yên gelên din pirsgirêkan derdixe holê. Ezê di vê nivîsa xwe de li ser vê rewşê rawestim.
Pirsgirêka herî giring ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Polîtîkaya hundir û derve li gor pirsgirêka Kurd tê meşandin. Ev rewş ji mêj ve wiha ye. Lê, di demên borî de ev rewş nedihat derbirîn. Îro êdî, rayedarên dewlet û hukûmetê jî vê rewşê derdibirînin. Ji ber ku tevgera neteweyî ya Kurdan gihîştiye asteke wisa ku êdî nikare bê astengkirin, bê rawestandin, lewma dewlet û hukûmet pêwistî bi vebêjeriyeke wiha  ve hîs kirine.
 
Polîtîkaya herî giring a dewlet û hukûmetê ya derbarê pirsgirêka kurd de asîmîlasyon e. Ji Îttîhad û Terakî vir ve polîtîkaya herî girîng asîmîlasyon e. Asîmîlekirina Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve. Polîtîkayeke ku li ser genên dewleta Tirk, komara Tirk karîgerî dike. Ev polîtîka ji Îttîhad û terakî vir ve bi plansazî tê sepandin. Ji komarê vir ve bêtir bibiryar û sîstematîk tê sepandin. Asîmîlekirina Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve bûye armanceke bingehîn  yê neteweperestiya Tirk.
 
Di van salên dawîn de tevgera Gulenî jî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd dijî. Êdî, gelê Kurd û zimanê Kurd nayê înkarkirin. Lê, ji der ve yê mafê takekesî mafên kolektîf nayên nasîn.
 
Taybetmendiyeke giring ya tevgera Gulenî ew e ku alîkarê polîtîkaya dewlet û hukûmetê ya ji bo asîmîlekirina Kurdan e. Xwe nûkirin heye lê ev taybetmendî naguhere. Berdewamiya asîmîlasyonê di astengiya perwedeha mecbûrî bi zimanê Kurdî de dixuyê.
 
Bîrdoziya(îdeolojiya) fermî dixwaze nejatperestiya Tirk biparêze û bi pêş ve bibe. Ol, Îslam, wek alavên herî bingehîn tên nirxandin. Senteza Tirk- Îslamî di çarçova vê têgihîştinê de pêk tê.
Tevgera Fethullahez tevgereke serekeye ku li cem asîmîlasyona kurdan bi destê dewletê, pişgirî, teşwîka van polîtîkayên dewletê û neteweperesyiya Tirk cî digre. Tu cudahî di mijara asîmîlekirina Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve di navbera Tevgera Fethullahî û Çağdaş Yaşamı Destekleme Derneği/Komela Piştgirtina Jiyana Hemdem, Atatürkçü Düşünce Derneği/Komeleya Ramana Ataturkhez de nîn e. Ev grûbên han tev li gor têgihîştina neteweperestiya Tirk tevdigerin. Ev tê wateya ku astengkirina mafên neteweyî yên Kurdan û berdewamiya asîmîlasyonê diparêzin.
Bi pêşvebirina hestên olî, saziyên olî sawixandina Kurdan û bi vê rê pêkanîna asîmîlasyonê polîtîkaya dewletê ya bîngehîn e. Di herêmên Kurdan de bi destê dewletê avakirina qursên Qur’anê, dibistanên Îmam-Xetîban û hwd. Wek polîtîka asîmîlsyonê tê bikaranîn.
 
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
 
Lêkolîna li ser helwesta rewşa nêzîkbûna Tevgera Gulenî ya ji bo berhemên Bedîuzzema Seîdê Kurdî dê aso vekirox be. Li Tirkiyeyê tevgera Nûrhezî, li gor pirtûkên Rîsaleyê Nûr, ramanên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, pêk tê. Lê, Nûrhezên Tirk ji tehrîf/xerakirina ramanên Seîdê Kurdî natirsin. Bi taybetî jî Nûrhezên Tirk ramanên Seîdê Kurdî yên derbarê civaka Kurd de an sansor dikin an xera dikin. Dema pirtûkên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî  tên weşandin, nivîsên têkildarê Kurdan, beşên di nivîsan de, an tên  sansor kirin an xerakirin.
 
Li ser vê helwestê, Nurhezên Kurd, pêdivî bi weşana hemû pirtûk û nivîsên SeîdêKurdî  wek orîjînala wan dîtine. Di sala 1990î de ji aliyê Tenvir Neşriyat, Med-Zehra Yayincilik/Weşangerî ve  bi navê Îctîmaî Reçeteler/Reçeteyên Civakî du berg hatiye weşandin. Heman pirtûk di sala 2004an de ji aliyê weşangeriya Zehrayê ve bi navê Îctîmaî Dersler/ Dersên Civakî berfiretir ji nû ve hatiye weşandin. Di van pirtûkan de raman û hestên Seîdê Kurdî yên derbarê Kurdan û civaka Kurdan de ku di salên 1908, 1909, 1910an de nivîsiye cî girtine.
 
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di sala 1907an de ji bo pêşkêşkirina projeya perwerdehi ya bi navê Medreset-uz-Zehra diçe Stenbolê. Ji bo zimanê vê dibistanê dibêje:” Divê ‘Erebî wacib, Kurdî caîz û Tirkî lazim be.” ( Munazerat, Reçeteyên Îctîmaî II, r.80, Dersên Îctîmaî r.141)
“’Erebî wacib”, “Kurdî caîz”, “Tirkî lazim kirin” çawa hat wergerandin ber bi “’Erebî farz”, “Tirkî wacib”, “Kurdî caîz” ve?
 
Di “ Ji Perspektîfên Fethullah Gulenî, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û Rîsaleyê Nûr” derdorên wî jî “ Pirsgirêkên Başûrrojhilat û Projeya Bedîuzzeman a Medreset-uz-Zehra”de “ ‘Erebî farz, Tirkî wacib, Kurdî caîz” tê gotin.
 
Fethullah Gulenî û derdora wî, grûbeke wisa ye ku berhem û ramanên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî xera dikin. Di derbarê vê helwestê de ezê diyardeya jorin hûr bikolim.
 
Ferz di ola Îslamê de tê wateya tiştê ku kirina wî pêwist e, wacib jî pêwistiyê îfade dike, lê, ev pêwistî bi qasê ferzê ne bi hêz e. Pêwistiyeke di pileya duyemîn de ye.
 
Seîdê Kurdî bi gotina xwe ya “Di Medreset-uz-Zehra de Kurdî caîz e, wateya ku dê zimanê perwerdehiyê bi Kurdî be dide. Dê ‘Erebî jî bê hînkirin. Tirkî jî zimanê fermî yê dewletê ye lazim e.”dibêje. Jixwe Kurd di medreseyên xwe de perwerde wisa nakin? Jixwe Seîdê Kurdî di nivîsên xwe yên salên 1908an de vê rewşê vekirî derdibirîne.
 
Fethullah Gulenî û derdora wî, li peyva caîziyê wateya” Kurdî bibe jî dibe, nebe jî dibe, kî bixweze bila di mala xwe de biaxife…” bardikin.  Dema mirov baldar be dibîne ku Fethullah Gulenî û derdora wî rêza zimanan berevajo dikin.
 
Cema’eta Gulenî, gotina Bedîuzzeman Seîdê Kurdî :” ‘Erebî wacib, Kurdî caîz û Tirkî lazim e.” Xerakirine bi bal:” ‘Erebî  ferz, Tirkî wacib û Kurdî caîz.” Ve. Gotina Seîdê Kurdî :”Tirkî lazim e.” bi Wateya “Tirkî zimanê dewletê î fermî ye. Fêrbûna wî lazim e.” Şîrovekirine. Cema’eta Gulenî bi vî awayê hem rêza zimanan guherîne, hem jî Tirkî bi peyva wacibiyê dikin mecbûrî. Bi peyva caîziya Kurdî jî, wateya Kurdî bibe jî dibe, nebe jî dibe û kî bixwaze bila li mala xwe biaxive, tînin ziman.
 
http://www.fethullahgulen.info/moduller/index.php?tid=11&bolum=bediuzzaman

Dibe ku oldarên Tirkan û Cema’eta Gulenî neteweperestên Tirk bin. Lê, ev neteweperestiya xwe di ‘elehiya Kurdan de bikaranîn û ji bo vê jî raman û berhemên Se’îdê Kurdî sansorkirin û xerakirin helwesteke nexweşîniyê ye.
Selami Can, vê helwesta Fethullahezan rexne dike. Di nivîsa xwe ya bi navê” Bi zimanê wacib olîmpiyat, bi zimanê ferz ji Kurdan re kiyax, bi zimanê caîz lak lak” de,vê helwesta sansorkar û tehrîfkar bi awakî berfireh rexne dike.(www.nasname.com, 23 hezîrana 2011an) Li ser vê nivîsê di malperê de gelek şîrove hatine kirin. Ji xwînerên melperê kesekî bi navê Ali, Fethullah Gulenî bi gotina:” Tu çima zimanê ferz di dibistanên xwe de bi cînayînî?” rexne dike.
 
Serokatiya Karên Diyanetê û Pirsgirêka Kurd
 
Helwesteke Serokatiya Karên Diyanetê jî bi vî awayî heye. Wek mînak di Ensîklopediya Îslamiya ku ji layê Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê ve hatiye weşandin de, benda Kurdan cî nagre. Heta îro(Tîrmeh 2011) 39 bergên wê hatine weşandin. Benda Kurdan divê di berga 27emîn de cih bigirta. Ev helwest tê wateya ku helwesta îdeolojiya fermî ya înkarker bi her awayî tê ‘ecibandin. Serokatiya Karên Diyanetê, bi şandina heyetên îrşadê bi bal herêmên Kurdan ve ku biratiya sexte pêşkêşê Kurdan dikin, ji bo ku Kurd mafên xwe yên neteweyî jibîr bikin û bibin Tirk daxwaz dike. Di îmamên ku bi bal herêmên Kurdan ve tên şandin de jî van taybetmendiyan li ber çavan tên girtin. Ji ber van awayan, helwesta Partiya Aşîtî û Demokrasiyê ku dibêjin em li pey Îmamê Dewletê nimêj nakin, em dê li pey Melayên xwe nimêj bikin, helwesteke rast e.
 
Di Kovara Sizinti de Bedîuzzeman

 
Di vê navê de, divê mirov li ser berga Kovara Sizinti hejmara 389an ya Hezîrana 2011an raweste. Di berga xwe de wêneyekî Seîdê Kurdî bikartîne ku di destê wî de ala Tirk derdikeve seferê. Ev jî tê wateya tehrîfat tê berdewamkirin.
Nivîsên Seîdê Kurdî ku di salên 1908, 1909, 1910… de bi îmza Seîdê Kurdî weşandiye, di malperên Nûrhezên Tirk de cih nagrin. Nûrhezên Tirk ku Rîsale-î Nûr diweşînin, di weşanên xwe de van nivîsan sansor dikin. Hin ji wan nivîsan ev in:
Li ser Alayê Hemîdiyê Beyan-î Heqîqet, Şûra-yî Ummet, 19 Sermawej 1908, Dersên Îctîmaî, r. 505-506
Kurd dîsa Muhtac in, Şar û Kurdîstan, Hejmar… 2 Berfanbar 1908, Dersên Îctîma’î, r. 507-508
Ey Koma Kurdan, Rojnama Te’awun û Terakî a Kurdan, Hejmar 2, 12.12.1908, Dersên Îctîma’î, r. 509-510
Kurd Muhtacê Çi ne?, Rojnameya Te’awun Terakî ya Kurdan,H.2, 12.12.1908, Dersên Îctîma’î,r.511-512
Xîtaba Bedî’uzzeman Se’îdê  Kurdî ji Mebûsan re, Rojnameya Te’awûn Terakî ya Kurd, Hjm 3, 19.12.1908, Dersên Îctîmaî, r.513-517
Xîtaba Bedî’uzzeman Mela Se’îdê Kurdî ji Mebûsan re, Rojnameya Te’awûn û Terakî, Hjmr 4, 26.12.1908, Dersên Îctîmaî, r.518-523
Encama Xîtaba Berê, Rojnameya Te’awûn û Terakî, 9.01.1909, Dersên Îctîmaî, r.524-527
Merama Derbirînê, Rojnameya Te’awûn û Terakî, Hjmr 6, 9.01.1909, Dersên Îctîmaî r.528-529
Heqîqet, Rojnameya Volkan, 10 Adar 1909, Dersên Îctîmaî, r.531-532

Bernameya Lîsta Armac û Ramanên Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdî, Ronameya Volkan, Hjmr83-84, 24 Adar 1909 Dersên Îctîmaî, r.537-544, Reçeyên Îctîmaî II, 269-276

Redu’l Ewham, Ronameya Volkanê, Hjmr 90-91, 31 Adar 1909, Dersên Îctîmaî, r.547-553
Ziyayê Haqîqat, Rojnameya Volkanê, Hjmr 97, 7 Nîsan 1909, Dersên Îctîmaî, r.554-559 Reçeteyên Îctîmaî II, 276-281
Lemanê Haqîqat û Îzale î Şubehat, Rojnameya Volkanê, 29 Adar 1909, Dersên Îctîmaî, r.560-570, Reçeteyên Îctîmaî II, r.281-290
Ji Birayên min î Leşker re, Rojnameya Serbestî, 18 Nîsan 1909, Dersên Îctîmaî, r.572, Reçeteyên Îctîmaî, r.292
Kurd û Osmanîtî, Rojnameya Îkdam, Hjmr 8273 7 Adar 1920, Dersên Îctîmaî, r.577 Reçeteyên Îctîmaî II, r.301-302
Kurd Û Îslamiyetî, Kovara Sebîlurreşat, 17 Adar 1920, Dersên Îctîmaî, r.578-580, Reçeteyên Îctîmaî II, r.303-305
Nivîsên “Kurd û Osmanîtî” û “Kurd û Îslamiyetî” di 1920î de hatine nivîsîn. Di vê salê de jî bikaranîna îmzeya Seîdê Kurdî balkêş e.
 
İzedin Yıldırımê Serokê Weqfa Zehrayê
 
Weqfa Zehrayê, dixwaze berhem û ramanên Bedî’uzzeman Seîdê Kurdî ji sansorê paqijke û pêşkêşê rayagiştî ya cihan û Kurdan ke. Ev xebata weqfa Zehrayê û serokê wê İzzettin Yıldırım, derdorên dijberên Kurdan nerhet kiriye. Operasyonên li hember serokê Weqfa Zehrayê İzzettin Yıldırım di vê serdemê de ketine jiyanê.
 
Serokê Weqfa Zehrayê Îzedîn Yildirim, Di 29 Sermawezê 1999an de, ji layê Hîzbullahiyan ve, ji mala wî ya li Fatîha Stenbolê tê revandin. Di 17.01.2000an de, Lîderê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglu, di operasyonekî li dij Hîzbullahê de, li Beykozê ji aliyê yekîneyên emniyetê ve tê kuştin. Du roj piştî vê bûyerê, kaseta dimenên bi îşkenceyê kuştina Îzedîn Yildirim û dîmenên têkildarên lêpirsînan di maleke hucreyê de li El’ezîzê hat dîtin.
 
Weka tê zanîn Hîzbullah ji bo ku bandora PKKê li Kurdîstanê biqedîne, ji aliyê dewletê ve hatiye sazkirinû perwerdekirin.Hîzbullah ne ji bo PKKya serê çiya, belkî ji bo welatparêzên Kurd yên li bajaran dijin bi berikekî ji paş ve berdana serê wan û bi roj li rastê kuştina wan hat damezrandin. Divê revandin û kuştina Serokê Weqfa Zehrayê îzedîn Yildirim jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Lîkolîna nirxandina Cema’eta Gulenî ya vê bûyerê dikare aso vekirox be.                            
 
Rexneya Li Hembar Bedî’uzzeman
 
Tê angaştkirin ku Bedî’uzzeman kesekî azadîxwaz e û ev taybetmendiya wî ya bingehîn e. Bi navê “Mirovê Hur” fîlimekî jî hatiye çêkirin. Li hember vê têgihîştinê du rexneyên bingehîn dibe bibin.Li hember jenosîda Ermeniyan ya 1915an bertekeke biçûk ya Seîdê Kurdî çênebiye. Lê, di van rojên jenosîdê de Seîdê Kurdî li eniya Pesînler, Erzeromê Îmamê Leşkeran e. Di wan salan de Îmamî û Muftîtîya Leşkeran saziyên fermî ne. Rutbeya Muftiyê Alayê wek bînbaşî û Îmamê Tabûrê jî wek yuzbaşî ye. Seîdê Kurdî di 19ê Sibata 1916an de ji aliyê Rûsan ve dîl tê girtin. Li sîbîryayê di kampa dîlan de tê girtin. Di 1917an de dema şoreşa Bolşevîkan de ji aloziyê sûd digre û ji kampê direve û ji dîlîtî yê rizgar dibe. Li hember jenosîda Ermeniyan nederketina wî bi azadîxwaziya wî ve lihev neke.
 
Di 1880yan de dema Şêx Ubeydullahê Nehrî li hember Osmaniyan û Îranê derdikeve, bi xiristoyanên derdora Colemergê, Ermenî û Nastûrî-Sûryanîyan re têkilahiyên baş bipêş dixe. Di salên 1843 û 1846 an de helwesta Mîr bedirxan a nebaş ya li dij Nastûriyan, helwesta Nehriya baş girîngtir dike. Di 1915 an de li hember jenosîda Ermen û Sûryana oldarê bi navê Fethullah derdikeve û ji Kurdên derdora xwe re dibêje fermana îttîhadçiyan bicî neynin. Divê helwesta Seîdê Kurdî ku ne wek helwesta Nehrî û Fethullah e bê lêpirsîn.
 
Rexneya duyemîn jî, bi destpêka Komarê re berxwedanên Kurd ku dertên holê bêhelwestiya Seîdê Kurdî ye. Di wan zor û zehmeta Kurdan de, bêhelwestiya wî bi taybetmendiya wîya azadîxwaz   nake. Ev dide xuyakiin ku êdî Seîdê Kurdî bûye Seîdê Nûrsî. Ev mijareke cuda ye. Ne mijara vê nivîsê ye. Di vê nivîsê de li ser nivîsên Seîdê Kurdî yên 1908 û 1910an de ku derbarê Kurdan de hatine nivîsîn û çawa ji aliyê Nûrhezên Tirk ve hatine sansorkirin û tehrîfkirin tê rawestin.

İsmail BEŞİKÇİ

Wergêr: Amed KANÎ

(Rigarî)

Back to top button