Dosya

Partiyên siyasî erkên xwe bi cih naynin

Li gora nûçeyeka AKnews, lii Hewlêrê,  encamên lêpirsîna ku derbarê asta karê partiyên siyasî di nav parlamentoya Kurdistanê de û her wiha “serweriya yasa” de, li Hotela Çarçira, hat eşkerekirin.

Li gorî encamên lêpirsîna ku aliyê navenda PAW ve hatiye lidarxistin, ji sedî 69ê beşdarvanan, di bersiva pirsa “gelo li Kurdistanê yasa ser hemû tiştî re ye?” de, bersiva “na” û ji sedî 31 jî “erê” gotine.

Her wiha, ji sedî 40 ji beşdarvanan, di wê baweriyê de ne ku li Kurdistanê, “desthilat yekdest nîne û du desthilat heye” û ji sedî 20an jî gotiye “sê desthilat hene” û ji sedî 17 jî gotine yek desthilat heye û hinek jî di wê baweriyê de ne ku gelek desthilat hene.

Di derbarê vê yekê de, ku “li Kurdistanê, kîjan sazî, ji saziyên din bihêztir e?”, ji sedî 66, hikûmet wek bihêztirîn sazî nîşan dane, ji sedî 25 parlamento û ji sedî 9 jî, dadwerî wek saziya bihêz destnîşan kirine.

Li gorî encamên lêpisînê, ji sedî 43ê beşdarvanan, dibêjin, di cîbicîkirina projeyan de, yasa nayê berçavgirtin, ji sedî 16 jî berovajî vê rewşê difikire û ji sedî 41 jî vê yekê “heta astekî” dibîne.

Her wiha, li gorî lêkolînên vekoler Şivan Sabir jî, ji sedî 40, di wê baweriyê de ne ku partiyên nav parlamentoya Kurdistanê, erkên xwe pêk naynin, ji serdî 24, bersiva “nizanim” dane û ji sedî 36 jî, dibêjin partiyên siyasî erkên xwe pêk tînin, her wiha, ji serdî 66ê xelkê jî, di wê baweriyê de ne, destwerdana partiyan di nav karê hikûmetê de, rengvedana xirab dik ser karên hikûmetê.

Back to top button