Ji bo Kurdistanê qonaxeke nû destpê dike
Piştî rêkeftina PDK û Tevgera Goran ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, proseya siyasî ber bi aramiyê ve pêngavan davêje û herdû alî kar ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê dikin. Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Goran jî dibêje, çar salên bê dê salên geşekirin û pêşketina abûrî û aramiya siyasî bin, ku dê qonaxeke nû destpê bike.
Rêkeftina PDK û Goran di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Karwan Haşim derbarê rêkeftina partiya xwe ligel PDKê, ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Hemû xalên rêkeftina PDK û Goran di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ne. Ez hêvîdar im ew rêkeftin bibe cihê baweriya hemû partiyên siyasî, ji ber ku rêkeftinên berê, ji ber nebûna baweriyê biser nediketin. Di çar salên derbasbûyî de, ji ber şerê DAIŞê û nebûna aramiya siyasî û ji ber kirîza darayî, xelkê Kurdistanê gelekî westiyane. Me ev rêkeftin kirine ji bo ku Herêma Kurdistanê geş bibe.”
Ji aliyê xwe ve, Parlemantera berê ya PDKê Neda Mêrgesorî dibêje: “Rewşa Herêma Kurdistanê tehemûla kirîz û pirsgirêkên nû din nake, pêwîst e partiyên siyasî lihev bikin ji bo çareserkirina arîşeyan û birêvebirina Herêma Kurdistanê. Rêkeftina PDK û Goran jî di dema xwe de hat kirin, ku qonaxa niha lihevkirinê dixwaze. Pêwîst e hemû partiyên siyasî destê xwe bidin hev, ji bo ku rewşa Herêma Kurdistanê baştir bibe.”
Bi hemû hêza xwe em piştevaniya rêkeftina PDK û Goran dikin
Karwan Haşim wiha domand: “Em di Civata Niştimanî ya Tevgera Goran de bi hemû hêza xwe piştevaniyê li rêkeftina PDK û Goran dikin û em bi hemû awayekî hewl didin ku ew rêkeftin ser bigre, ji ber ku eger ew rêkeftin wek xwe bê cîbicîkirin dê sûdmendê yekem welatiyên Herêma Kurdistanê bin û piştre jî aliyên siyasî bin. Lewma jî em wek Tevgera Goran piştevaniya wê rêkeftinê dikin. Me ji PDKê re jî gotiye, bila ev lihevkirin bibe bingehek ji bo avakirina baweriyê di nvabera aliyên siyasî de jî.”
Neda Mêrgesorî jî wiha got: “Pilana PDKê heye ku hikûmeteke bihêz ava bike û ji bo wê yekê jî pêngavên cidî û rastî avêtiye. PDK dizane ku ji aliyekî ve rewşa Iraq û navçeyê nazik e û ji aliyê din ve jî dixwaze aramî li Kurdistanê zêdetir bibe, lewma jî hêv dike ku bi hemû partiyên siyasî re lihev bike. Her wek me bi dirêjahiya dîrokê dîtiye ku ji bo berjewendiya giştî ya xelkê Kurdistanê PDK amade ye ji para xwe bide partiyên din.”
Çar salên bê, dê salên geşekirin û aramiya Kurdistanê din
Karwan Haşim ragihand: “Hemû daxwazên me û PDKê di nava xalên rêkeftinê de cîh girtine. Ji zelalbûna dahat û pereyên petrolê bigre û heta bi dawî. Herwiha nehiştina paşkeftina mûçeyan. Bêguman 4 salên bê, dê salên geşekirin û bihêzbûna Herêma Kurdistanê bin. Dê salên aramiya siyasî bin. Kurdistan dê ji hemû aliyan ve geş bibe. Herwiha ji ber rêkeftina PDK û Goran dê Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û abûrî ve bikeve qonaxeke nû de.”