Bedilê desthilata AKP û Erdogan ?

Li Tirkiye  ser rewşa desthilatê gelek gotubêj têne kirin. Gelo dê heta kengê AK Parti û Erdogan li ser desthilatê bin. Herweha li ser vê babetê behsa bedilên cuda tê kirin.

Di rastiya xwe de, di dîroka siyasî ya Tirkiye de kesek wek AK Partiyê û Erdogan bi serê xwe û demek dirêj desthilatdarî nekiriye.

AKP roja 14.08.2001ê hate damezirandin. Piş damezirandina vê partiyê 15 meha li Tirkiye hilbijartin çêbûn. Roja 3.11.2002ê  hilbijartinên parlementoyê de AKP piranî destve anî û bi serê xwe hukumet ava kir. Ji wê rojê heta wek îro hemû hilbijartinan de bûye partiye yekem û serketiye.

AKP bi  guhertina Qanuna Esasî sistema rêveberiya Tirkiye guhert û sistema serokatiyê kir dewsê de. Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de cardin serkevt û bû serokkomar û xwediyê desthilatdariyek gelek berfireh.

Pirs ewe ku gelo ev serkeftinîn Erdogan û AKPê dê heta kengê berdewam be? Di rastiya xwe de li Tirkiye partiyek ku rewşa îro de bibe bedilê Erdogan û Partiya wî tuneye. Partiya piştî AKPê ya herî mezin CHP ye. CHP tu cara bi vî mejiyê siyasî nikare bibe bedila AKP û nikare bi serê xwe li Tirkiye bibe desthilat.

Ji bo CHP bikaribe bibe desthilat firsend gelekin, lê CHP di ne nûjenkirina xwe de israr dike û hewl nade ku xwe biguhere. Serokê CHP 16 hilbijartin winda kirine, lê ne fikirye ku xwe bide aliyekî rê li ber nirxên demokratik di nava partiyê de veke. Her dengek muxalefet di nava partiyê de derdikeve ji partiyê tê tesfîye kirin.

Ji bo CHP bikaribe bibe bedil, divê mejiyê xwe yê Komarparizîyê ku ev mejiyek Kemalist e biguhere. Divê kesayetên di rastiya xwe de demokrat di nava partiyê de kom bike û desthilata partiyê bispirê hinek kesayetên hevdem û da bikaribin siyasetek nû bipejirînin.

Ji aliyek din ve divê CHP di parsa Kurd de li bakurê Kurdistanê qaliqê xwe yê kevin bavêje û bi nêrinek nû, radikal û di çerçoveyek demokratik de pirsa kurd binirxîne û çareseriya vê pirsê bi cesaret bêxwe armancek sereke di bernameya partiya xwe de. Dê ev yek bibe sedemek ku CHP bikaribe bibe bedila desthilatdariya AKPê û dê şansê wan ji bo serkeftinê gelektir bibe.

Wek din di roja me de,  tu parti yan jî rêxistinek tuneye ku bibe bedilê desthilata AKPê û Erdogan. Niha di vê qonaqxa ku li Tirkiye heyî de valehiyek derketiye holê. Hinek aliyên ku ne partîne û berê di nava AKPê de siyaset kirine û hevalên Erdogan bûne ketine di nava lêgerinekî de. Ji wan îro 3 nav derdikevin pêş. Abdullah Gul serokwezîr û serokkomarê berê û damezerê AKPê ye,  Ahmet Davutoglu, akademisyen û wezîrê berêyê yî derve û serokwezîrê berê bûye, Ali Babacan wezirtiya Darayî, cigiriya serokwezir û weziriya derve ya Tirkiye kiriye.

Niha ev hersê nav di nava lêgerineki de ne û hewldidin partiyek siyasî ava bikin. Li gora hinek jêderan Abdullah Gul bi serê xwe û Ahmet Davutoglu û Ali Babacan bi hevre dixwazin partiyekî ava bikin. Li ser vê yekê gelek nirxandin têne kirin. Eger CHP xwe neguherê û bi awayek nûjen dernekeve holê, ihtimala ku yek ji van partiyên nû bêne avakirin , yan jî herdu bi hevre bikaribin bibin bedilê Erdogan û AKPê.

Di nava AKPê de gelek hevalbendên van navên ku behsê têne kirin hene. Yanî wek ku AKPê sala 2002ê serkftin anî, ev aliyên nû jî dikarin heman serkeftinê destve bînin û desthilatdariya Erdogan dawî bînin. Lê heta mecala AKPê hebê dê hewl bide ku rê li van aliyan bigre û nahilê ew patiya damezirînin. Lê dixweyê taybetî Ahmet Davutoglu di vê pirsê de gelek bi biryare û pişgiriyek civakî jî ji bo wî heye.

Analîz/Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: