Polîtîk

Li Rihayê HDP pişgiriya SP dike

Li Rihayê berbijêrê HDPê  yê bajarê mezin û hemû navçeyên di nava Rihayê de xwe ji berbijêriyê vekişandin. HDP ev biryara xwe ji bo pişgiriyê bide berbijêrê Partiya Seadetê(SP) girt.

Berbijêrê HDPê yê Rihayê Hidayet Enmek konferansek çapemeniyê de da xûyakirin ku wek partî wan stratejiya xwe ya hilbijartinê guhertiye.

Berbijêrê HDPê di daxûyaniya xwe de got: Ji bo em hêviyên xelkê “Şanli Urfayê“ (Riha)  mezintir bikin,emê pişgiriya muxalefeta mezin bikin. Li Rihayê em bawerin xelk pişgiriya berbijêrê şaradariya bajarê mezin Sebahattin Cevherî dikin, em jî wek partî pişgiriyê bidin sebahattin Cevherî. Ez û berbijêrên navçeyên Karakopru Ridvan Yavuz, yê Eyubiye Mahmut Hamitanli, Yê Haliliye Mehmet Şerif Bentaş ji bo berjewendiyên xelkê Şanli Urfayê û ji bo pişgiriya Sebahattin Cevherî xwe vedikişînin.

Serokê Partiya Seadetê yê şaxa Rihayê jî, ji bo vê helwesta HDPê spasiya HDPê kir.

Siyaseta  hilbijartina ya HDPê li ser çi hatiye avakirin nayê zanin , yanî ne zelale tiştên ku berpirsên HDPê didin xûyakirin nakokin. HDPê hemû stratejiya xwe ya hilbijartina li ser dijitiya tifaqa AKPê û MHPê avakiriye. Lê dema dijitiya wan dike hevalbendiya yên wek wan dike.  Gelo eger mirov pirsa kurdî bike pîvan çi ferqa MHPê û IYI Parti heye? Çi ferqa AKPê û SPê heye? Ji xwe pişgiriya CHPê ku ne li ser tu esasî hatî avakirin gelek bê wateye.

 

Back to top button