Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin!
Kurdino! 21 SIBATÊ Û HER ROJ
Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin!
Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê Kurdî nasnama me ye, hebûna me ye, taca serê me ye!
Jı bona ku em weke milet karibin bi serbilindî li hımberî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Weke ku tê zanîn ziman hebûna me ye, nasnama me ye, rengê me ye, hestên me ne, ramanên me ne, kultura me ye, dewlemendiya me ye. Belê, gelekî diyare ku ziman ji destê me çû wê siberoj jî netewa me ji destê me here. Emê weke milet ji nava miletan winda bibin. Heke em naxwazin bibin qatilê miletekî xwedî dîrok û ziman li Rojhilata Navîn, divê em beriya her tiştî li zimanê xwe miqatebin. Weke rohnîya çavê xwe divê em ziman biparêzin, pêşîya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin, bi şanazî jî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsînin.
Di 21 Sibatê roja zimanê dayikê de, em ji dewletê dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û saziya zimanê Kurdî were damezrandin. Ev armanca Platforma me ya sereke ye.
Lê beriya ku em bigîhêjin armancên xwe yên sereke divê em bihişmendiya ziman tevbigerin. Em dizanin ku dersa bijartê îro li dibistanên dewletê û dibistanên taybet de jî mafeke bingehîn e. Divê Kurd xwedî li vî mafî derkevin. Gava ku em dersa xwe ya bijartê bikin zimanê Kurdî, wê pêre jî hejmara mamosteyên Kurdî zêde bibê, pirtûkên dersê Kurdî werin çapkirin, ev jî dibe daneyeke girîng ji bona pêşeroja perwerdê bi zimanê dayîkê.
Platforma Zîmanê Kurdî daxwaz dike ku dersa bijarte ne tenê li dıbistana navîn lê li Lyseum (Lîse) jî bibe dersa bijarte. Em weke Platforma Zimanê Kurdî dizanin ku dersa bijartê ne bes e, têr nake lê em dersa bijartê dîsa weke mafekî erenî dinirxînin.
PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ