Civak

Polis li xezîneyên Ermeniya digerin

Ji berî çend rojekî li Farqînê midûrê asayişa Farqînê, tevlî 4 polisan 8 kes hatibûn binçav kirin.

Li gora nûçeyeka rojnama Huriyet a Tirkiye Sedemê girtina wan lêgerandina xazîneya ye. Li gora îfadeya polisekî, wan li Farqînê ji bo destxistina xezîneya ku ji dema Ermeniya maye li deverekî kolandin dikiran. Herweha ji bo bala xelkê nekişînin derdora vê deverê bi panzerên polisan dorpêç kirîbûn.

Dema di çavderiya polisan de dest kolanê kirin xelkê giliya wan kir û ji Diyarbekirê polisan ew şopandin, dema ku hinekî kolan polisa ser wande girtin 4 polis û yên arikariya wan dikiran hatin binçav kirin.
Hemû kesên kolan dikiran ji aliyê dadgehêve hatin girtin û ew rêkirin girtigehê.

Li gelek deveran xelk li xezineya digerin, taybetî baweriyek heye ku dema ermenî sala 1015ê ji ber qetliamê reviyan zêr û tiştên xwe yên giranbiha hemû weşartine. Heta niha jî gelek kes ne yasayî kolana dikin û li van zêra digerin.

M.kaçmaz/Amed

Back to top button