Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, roja 04.02.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li alîkarê wezîrê xezîneya Amerçkayê û şandeya pê re kir.
Alîkarê wezîrê xezîneya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi dîdara serowkezîr Barzanî nîşan da û pêşveçûnên Herêma Kurdistanê di warên cuda da û bi tyabetî di warê jêrxaniya aborî û reform û geşepêdana sektora taybet bilind nirxand û berheviya welatê xwe ku hevkariya Îraq û herêma Kurdistanê di warê bihêzkirina pêgeha aborî û reformên di saziyên hikûmetê da, nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên berê û yên niha yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku bazara Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi geşepêdana aborîyê dide û siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha piştgiriya li sektora taybet û anîna kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê sermayerazandinê bikin hatiye avakirin û di vê çarçoveyê da Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya dostan heye.
Rewşa herêmî û hevahengiya navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistan û Îraqê digel hevpeymanan û bi taybetî digel Amerîkayê bi armanca nehêlana şidetê û hişkirina çavkaniyên darayî û aborî yên girûpên şidetxwaz hatin gotûbêj kirin.