Polîtîk

HUDAPAR:Emê li gora berbijêra biryara xwe bidin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di derbarê helwesta partîya xwe ya hilbijartinên herêmî de daxûyaniyek da û got: Emê li gora berbijêra biryara xwe bidin.

Saglam di daxûyaniya xwe dibêje: Ev hilbijartin jî wek hilbijartinên ji berî niha girîngin. Lê belê çewe tê gotin em van hilbijartina wek problema bekay(berdewamiya dewletê)ê nabînin. Ev hilbijartin tenê ji bo destnîşankirina rêveberên deverane û meheline. Lê destnîşankirina reveberên herêmî giringe, mirov çewe hilbijêre ,dê welê bête îdarekirin.

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de, da xûyakirin ku, wan biryar daye ku tevlî hilbijartina nebin. Di derbarê bikaranîna şêwaza dengan de me hêj daxuyanîyek nedaye ji bo teşkîlat, heval û hilbijêrên xwe. Dema pêwistbe emê di vê derbarê de helwesta xwe eşkere bikin.

Daviya daxûyaniya xwe de Saglam dibêje: Kî ji xelkê me re herî baş xizmetê bike em ê di wî warî de biryarê bidin. Biya me em ê wek HUDA PARê li gelek cihan bandorek zêde li ser encaman bikin.

Back to top button