
Celal Dogan parlementerê HDPê yê Dîlokê ji Ji partiya DSPê ( Demokratik Sol Parti-Partiya Çepa Demokratik) bû berbijêrê şeredariya Dilokê.
Şaxa HDPê ya Dîlokê jî daxûyaniyekî de ragihand ku ewê pişgiriya Celal Dogan bikin. Di vê derbarê de serokê HDPê yê şaxa Dilokê Muslim Kiliç dibêje: Emê hilbijartinên şeredariyê de pişgiriya berbijêrê DSPê Celal Dogan bikin. Em ji bo bibin palbendê demokrasiyê pişgiriya Celal Dogan dikin.
Celal Dogan parlementerê HDPê ye ji partiya xwe nabe berbijêr lê ji partiek din dibe berbijêr. Dengên DSPê li herêmên Kurdistanê ji binî t8uneye, li Tirkiye jê kêmî ji % 0.5 e. Lê çi hikmet be parlementerê HDPê ji partiya xwe nabe berbijêr, ji partiyek ku tu dengê wan tuneyî dibe berbijêr û partiya wî pişgiriya wî dike.
Leyiztikên li herêmê ser kurdan dengên kurda têne kirin bi rêya siyaseta bê istikrtar û çewt ya HDPê tê kirin.
Gelek kesayet li Tirkiye dibêjin em demokratin. Yanî li gora mejiyê wan demokratbûn tişta herî pêşe. Lê ew di pirsa Kurdistanê de wek nijadperestên tirk difikirin. Dema pirsa kurd tê rojevê ne demokratbûn dimîne ne jê demokratik bûna wan li holê xûya dike.