Civak

Tenduristiya Demirtaş di xeterêde ye

Ji ber qedexeya dadgehê siheta Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş di xeterê de ye:
Ji bo rakirina qedexeya li ser piştgiriyê bike!

Şaredarê Amed/SUR ê Abdullah Demirbaş di 24-12-2009 an de hatibû binçavkirin. Serdozgerê Komarê li Amedê di 25-12-2009 an de bi daxwaziya girtina wî (2007/996), ew şand Dadgeha Nobedar ya Cezeyên Giran li Amedê. Dadgeha Nobedar biryara (2009/75) girtina wî dabû. 

Nexweşiya Demirbaş di hepsê de herku diçû girantir dibû. Pêşî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê, paşê jî ji şandin Nexweşxaneya Universiteyê. Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê ji ber sedema xeterên dijwar, di 25-03-2010 de biryara tedawiya wî li nexweşxanê da. Piştî fêmkirina xeterên nexweşiyê û pêwîstiya tedawiya wî li derveyî hepsê, Dadgeha 4 an ya Cezeyên Giran li Amedê di 14-05-2010 de, çûna derveyî welêt li Demirbaş qedexe kir û ew serbest berda.

Ji ber nexweşiya ”Giran ya Ven Trombuz” ê siheta Abdullah Demirbaş herku diçe xirap dibe. Tedawiya wî ya li Turkiyê têr nake. Divê dermanê ”Pradaxa” biceribîne. Derman li derveyî welêt peyde dibe û pêwîst e berî ceribandinê, testên tibî yê genetîkî bêne pêkanîn û Demirbaş di dema ceribandina dermên de, di bin çavdêriya hekîman de be. Ev rastî bi rapora Zanîngeha İstanbulê Fakulteya bijijkî, Beşa binghîn ya Adli Tıp ê, hejmar: 24598656296-118/2010. roj: 05.11.2010, û îmzeya Dr. Birgül Tüzün, Prof. Dr. Nevzat Alkan û Prof. Dr. Şevki Sözen hatiye eşkerekirin. Demirbaş ji bo tedawiya xwe îcaze ji komîsyona mafê mirovan ya Serokwezaretê xwestibe jî heta niha bersiva wî nehatiye dayîn.

Sê meqam dikarin îcazeya derketina derveyî welêt ji bo tedawiya wî bidin: Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Serokomar Abdullah Gul û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin.

Em vê daxwaziyê li ser navê Komîteya Piştgiriyê ji bo siheta Abdullah Demirbaş ji we dikin. Armanca me rakirina qedexeya derketina derveyî welêt ji ser Abdullah Demirbaş e. Ji bo rakirina vê biryarê, pêwîstiya me bi piştgiriya we heye. Daxwaziya me ji we:

 Rêkxistina xwe li ser pirsê agehdar bikin û daxwaziya rakirina qedeya ji ser Demirbaş, ji maqamên Turkiyê bixwazin,

  1. Li welatê hûn lê dijîn, di parlamantoyê de dostên xwe agehdar bikin ku pirsê bihênin meclîsê û zextê deynin ser wezîrê karê derve li welatê hûn lê dijîn û maqamên Turkiyê,
  2. Li welatê hûn lê dijîn, ji dostên xwe di meclîsên belediya bixwazin ku, bibin piştgirê şaradê SURê ji awira meslekî ve û maqamên Turkiyê re daxwaziyên xwe bişînin.

 

Daxwaziyên xwe ji maqamên jêr yê Turkiyê re, bi rêya e mailê bişînin:

 

1. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan:  [email protected]

2. Serokomar Abdullah Gul:                   [email protected]

3. Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin:         [email protected]

 

Ji bo ku kampanya serkevtî derba bibe, bê raçavkirin û encam bê girtin, raya giştî û çapamenî bê agehdarkirin, me li ser çalakiyên xwe agehdar bikin û kopyekî ji xebatên/çalakiyên xwe ji me re rê bikin. Gelek spas ji bo piştgiriya we. Bi silavên ji dil.

 

Komîteya Piştgiriyê ji bo siheta Abdullah Demirbaş

 

Jan-Bet Şaweoce, Nivîskar:                     [email protected]

Murat Kuseyri, Rojnamevan:                 [email protected]

Kenan Kerimo, Lêkolînêr:                      [email protected]

Gabar Çiyan, Rojnamevan:                     [email protected]

 

E maila komîetê:                                       [email protected] 

 

 

 

 

 

Back to top button