Bawermendên Kurd partiyekê ava dikin
Serokê Koma Diyaloga Dîcle û Firatê Mûhîtînê Batmanî, derbarê avakirina însyatîf û partiyeke nû ya bawermendên Kurd de, bersiva pirsên rojnameya me Rûdawê da.
Li Başûrê Kurdistanê partî û dezgehên bawermendên Kurdistanî hene. Ji bo çi li Bakurê Kurdistanê bawermendên Kurd bi hev re, bi giyaneke Kurdistanî tevnagerin?
Mûhîtînê Batmanî: Heta 1925ê tevgerên Kurdan ên Kurdistanî ji sedî 90 hemû odlar bûn. Ronakbîrên Kurd hemû bawermend bûn. Mewlana Xalid, Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî hemû oldar in û Kurdistanî ne. Heta 1925ê jî li çar parçeyên Kurdistanê serkêşên tevgerên Kurd oldar bûn. Li Bakur Şêx Seîd û hevalên xwe, Seîdê Kurdî û hevalên xwe, li Başûr Mele Mistefa Barzanî, Şêx Mehmûdê Berzencî û li Rojhilat jî Qazî Muhamed hebûn.
Baş e. Çima ev tevgerên Kurdistanî û bawermend piştre ji xeta Kurdistanîbûnê derketin?
Ji 1925ê û vir de, ji ber ku tevgera Şêx Seîd bi xwînê hate tepisandin, bi hezaran bawermendên Kurdan hatin nefîkirin. Hinek ji wan çûn Anatoliya Navîn. Hinek ji wan berê xwe dan Rojhilat û Binxetê. Ji salên 70’an û vir de îcar tevgerên Kurd rengê xwe guhertin ser çepgiriyê. Ji bo ku Kurdan bixapînin li ser xeta Kemalîzmê gelek partiyên Tirk hatin avakirin û ji bo ku Kurdan ji rêya azadiyê dûr bixin, Kurd nebin yek, Kurd xistin nava xwe. Jixwe ji ber ku ev partî hemû li ser xeta Tirkiyeyîbûnê ava bibûn, Kurdên di nava xwe de jî helandin. Yanî çepgirên Kurd bi Kemalîzmê re, di nava heman xetê de cih girtin. Bawermendên Kurd jî ketin nava partî û hêzên oldarên Tirkan. Di bin tesîra hereketên alema ereban a Îslamî de, di bin tesîra ekola Îslama Îranê de man, di bin tevgera Afganistanê de man, hinek ji wan jî di bin tesîra cemaetên senteza Tirk-îslamê de man. Ji reh û damara Kurdayetiyê qut bûn û careke din nekarîn bên ser xwe.
Tu jî heta salên 2000’î di nava oldarên Tirk de bûyî. Çi guherî ku te dev ji wan berda û niha di wê baweriyê de yî ku divê Kurdên bawermend bi serê xwe tevbigerin?
Her çiqas ji 1970’yan heta 2000’an jî em misilmanên Kurd di hêz û hereketên ku dewa umetê dikirin de bûn, me cih sitand, lê bi kesayetî gelek kesên di van hereketan de dîsa behsa Kurdistanê kirine. Mînak, di 1976ê de li Tetwana Bedlîsê mitîngeke bawermendên Tirk û Kurd çêbû. Di wir de me Batmaniyan bi Kurdî pankarteke ku li ser “Azadiya miletan bi Îslamê dixwazin – Xortên Îslamê” dinivîsand, rakir. Di wê mitînga Tetwanê de Tirkên bawermend jî behsa Şêx Şehabedîn û Seyîd Evdilqadir kirin. Bi kesayetî em bawermendên Kurd piranî ji berê de ji Şêx Seîd û hereketa Mele Mistefa Barzanî û Qadî Muhamed hez dikir. Em hê jî hez dikin. Piştî tecrûbeyeke dûdirêj me fêm kir ku em dibêjin umet, yekîtiya misilmanan, birayên misilman. Me lê nêrî ku em tenê vê dibêjin, Tirk, Ereb û Faris dibêjin “misilman bira ne” lê di bin de jî neteweya xwe derdixin pêş. Yanî Kurdên me jidil in, bi dilekî safî ji Xwedê û misilmaniyê bawer dikin, ji aliyê Tirk, Ereb û Farisan ve hatin bikaranîn. Em niha xwe rexne dikin.
Tevgerên Îslamî yên Tirk, Ereb û Faris li pirsgirêka Kurd çawa dinêrin?
Îro em hatine vê astê ku ew tiştên ku me diparast baş in lê xeyalî ne. Çimkî gelek xortên Kurd li ser navê Îslamê berê xwe dan piştgiriya Çeçenistanê, Filistinê, Bosniya-Herzegovîna, Afganistanê û gelek bindestên din ên misilman. Lê me ti caran nedît ku hereketên bawermend ên Ereb, Tirk û Faris Kurdên bindest ji xwe re nekirine xem û ji bo doza wan tênekoşiyane. Bi hezaran Kurdên me tên girtin, kuştin lê ne di xema wan de ye.
Piraniya Kurdan misilman in. Ev piraniya bawermendên Kurd hê jî dengê xwe didin partiyên muhafazakar ên dewletê û bi komên bawermendên Tirk re kar dikin. Ev rewş divê çawa bê guhertin û giyaneke Kurdistanî di nava van bawermandan de bê avakirin?
Di vir de ji me re mînaka mezin Başûrê Kurdistanê ye. Ev ji me re hêcanek e. Îro li Başûr partiyên bawermend hene, sekularîst hene, yên Êzdî hene û çepgir hene. Hemû jî Kurdistanî ne. Divê oldar, lîberal û çepgirên Bakurê Kurdistanê jî Başûr ji xwe re mînak bigrin û li ser doza Kurd û Kurdayetiyê xebatan bimeşînin, dezgehan çêkin.
Hûn bawermendên Kurd hûn ê çawa bikaribin xwe ji hikûmeta AK Partiyê û ji grûbên bawermendên Tirk xilas bikin?
AK Partî îro piraniya dengê Kurdan distîne. Îro îmkana ku ev Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê, dengê xwe bidin BDPê, nîn e. Çimkî BDP sekûlarîst e û bawerî nedaye bawermendên Kurd. Pêwîst e ku em Kurdên oldar hêzeke alternatîf çêbikin û van Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê û partiyên oldarên din, bînin ba xwe. Jixwe îro piraniya Kurdan di wan partiyan de ne. Ger em bikaribin van Kurdan ji wan partiyan veqetînin, divê yan hereketeke mezin a bawermendên Kurd yan jî partiyeke Kurd a bawermend bê çêkirin. Îro Kurdên me yên oldar piranî bi grûbên Tirkan û yên ereban re kar dikin. Navendên wan Stenbol, Enqere, Qahîre ne. Divê bi şiklekî em ji nû de van oldarên Kurdistanê li hev vegerînin, bicivînin, weke mînaka Başûrê Kurdistanê. Weke ku em bûne dewletek, ji nû de saziyên xwe yên sivîl çêbikin, partiyên xwe çêbikin. Bi vî şeklî wê Kurdên oldar ber bi vê hereketê ve bên û xeta Kurdistanî biparêzin.
Di bin navê “Bawermendên Kurd” de, vê mehê li Amedê civînek pêk hat. Armanca we çi bû?
Divê em misilmanên Kurdistanê serbixwe bixebitin. Ez niha ne berdevkê vê civînê me. Ez jî ji wan ferdek im. Jixwe niha berdevk jî tune ne. Lê weke kes, ez dikarim wiha bêjim; em ne alternatîfa BDP û PKKê ne. Em dixwazin bi baweriya xwe tevbigerin. Em dixwazin însyatîfek an jî partiyekê ava bikin. Ev civîna me wê careke din pêk bê. Di civîna berê de komîsyon hatin avakirin. Piştî meha Remezanê em ê di civîna ku çêbikin de bi berfirehî li ser vê mijarê biaxivin, bidin û bistînin. Di vir de wê biryara dawî bê dayîn û li gorî wê rêxistinek bê avakirin.
Bawer Çem/Rudaw