Polîtîk

Elçî:Medya gotina min çewt ragihand

Parlementerê Bloka Ked û Azadiyê yê Diyarbekirê Şerefettin Elçî daxuyaniyek da rojnama Radikal û got ku, dîtinên wî di derbarê  xweseriya demokratik û BDP-ê de ji aliyê medyayê ve çewt hatine ragihandin.

Di vê derbarê de Elçî got: Min nirxandinek kir, di bingehê xwe de xweserî modelekê bête parastin.Min tenê ji bo demê ragihandinê kêmasiyek dît. Lê medya ev xeber çewt da.Ji bo vê yekê ez bi zelalî bêjim,ezê li gel blokê hereket bikim.Ez giringiyê didim yekitiya blokê.

Wek tê zanîn di derbarê ragihandina “ xweseriya demokratik “ de, hinek parlementerên Bloka Ked û Azadiyê li dij derketin. Ji bo ev pirs yekserî bibe. dê KCD li bajarê wanê civînekî berfireh pêkbîne. Lê Şerefetin Elçî dibeje “ Ez ji bo tenduristiya xwe nikarim tevlî civîna li Wanê bibim.

Back to top button