Polîtîk

Werin em xweseriyê li parlementoyê gengeşe bikin

Wezîrê karên çandinî û gundan parlementerê Diyarbekirê yê kurd Mehdî Eker, daxuyaniyek da ev daxuyanî di rojnameyên tirkan de hate belavkirin. Eker wek kurdekî di derbarê rewşa BDP-ê de got: Eger hun dixwazin guhertin bibin cihê guhertina parlementoye. Em di parlementoyê de dikarin her tişta ku meşru be gengeşe bikin. Xweseriya demokratîk jî di nav de tê gengeşekirin.

Di derbarê bûyera Farqînê de jî Eker got: Ev bûyer gelek balkêşe, ji ber wê jî di wê demedê îlan kirina xweseriya demokratik, zererê dide prosesa guhertina qanûna bingehîn.

Eker berdewambuna axavtina xwe de got: BDP yî ne ji min zehftir kurdin. Di ragihandina xweseriya demokratik de dibêjin ku li himber kurdan îmha, inkar û qetliama çandî heye. Ev yek ner raste, îro tiştek bi vî awayî tuneye. Belê berê tiştên bi vî awayî bûne, lê niha ev tiştên weha tune. Belê em dikarin her tiştekî gengeşe bikin, lê ew tiştên ku rê ji terorê re veke em gengeşe nakin.

Eker piraniya axavtina xwe de da xuyakirin ku ew we kurdekî henek tiştan dibêje û gengeşe dike.

Back to top button