Pêvajoya aştiyê hat bombekirin
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê tişta ku dihat tirsandin pêk hat….Li Silvan’a Diyarbekirê di navbera eskerên ku rastî terorîstan hatin de şer derket 13 şehîd, û jê 2 giran 7 kes birîndar bûn.
Dema ku min dest pê nivîsê kir min got “tişta ku dihat tirsandin” pêk hat
Çimkî kîngê derbarê pirsgirêka Kurd/PKK’ê de hewa nerm be.. KÎngê peyamê biratiyê û aştiyê were dayîn… Kîngê mirov hêvî bikin ku “ev pirsgirêka çareser dibe”…
Va ye tam di wî demî de bûyerek pêk tê.
Çima? Çimkî rexistin yek parçe nîne. Di nav wan de hinek kes hene ku ji sedî sed li Abdullah Öcalan re îteatê dikin, hinek jî nakin…
D nav rexistinê de beşek heye û difikire ku Apo dema bi Enqerê re li hev tê rexistinê zeyî dike.
Di vê nêrînê de encamekî digrin û dibêjin: “li hev hatina Apo têrê nake, bi me re jî li hev werin. (Lê bandora manewiyeta APo hewqas zedeye ku nikarin evê eşkere bêjin)
Beşek jî heye ku di nav rexistinê de herî zede ji bo manîpulasyonê musaîdin… Ji bo tiştên erênî ku pêk tên werin xirabkirin amadene.
Hova li wê dere av şêlî dibe: Gelek aktorên siyasî û ekonomik hene ku naxwazin pirsgirêka Kurd/PKK çareser bibe.
Hinek hene ku naxwazin Tirkiye mezin bine… Hinek hene ku dixwazin hêza Tirkiyeyê li heremê bişkênin… Hinek hene ku naxwazin Tirkiye beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe… Hinek hene ku naxwazin firotana tîryakê ya wan were astengkirin… Hinek hene ku naxwazin rewşa wan ya li Ewropayê bileqe… Hinek dixwazin çek firotana wan berdewam bike… Vaye ev hemû hêlan destekê dine koma PKK’ê ya ku di nav qisaweta de ne.
Me di jor de behsa aktorên biyanî kirin lê yên niştecîh û heremî jî hene: Hinek Ergenekoncî hene ku naxwazin rewşa wan ya di nav dewletê xirab bibe, ewina jî hewla wan karan dikin.
Tê bîra wê Apo wan rojan gotibû ku hevdîtin gelek xweş diçin û “15’ê Tirmehê heke pêşveçûyîn çênebin şerê dest pê bike” êdî derbas nîne. Dîsa gotibû ku ji qontrola pêvajoyê Konseya Aştiyê gavên damezrandinê tên avêtin. Dîsa peyam dabû ku BDP’yîyan bira werin bikevin meclîsê û bixebitin…
Heke tu dev ji 15ê Tirmehê berdî! A niha vê rojê ji ber toz û dû kes kesî nabîne….
Ez ewil meraq dikim ku gelo BDPîyan yê çi bikin. Gotina wan ya “Em xemgînîn” min natekilîne. Gelo yê hemberî bazen PKK yê tevgerên çawa bigrin?
Emra Akoz
(Xeberêbkurdi)