Nivîsar

Nêzîkî 3 mehaye Swêd bê hikumete

Hişyar Tovî

Swêd yêk ji wan welatên herî pêşketî li cîhanê ye. Bi giştî di hemî warên hikumranî, demokrasî, parastina mafên mirovan , dadperwerî , serwerî ya yasa û jîngehparêzî yê de hatiye naskirin. Swêd dewleteka melekî desturî û sîstema perlemanîye, çar salan carekê sê hilbijartin di demekî de têne çêkirin. Hilbijartin ji bo parlementoyê, ji bocivata şeredariyê û ji bi civata parêzgehan tên encamdan.

Li swêdê 8 partî bejdarî hilbjartnan dibin, ji wan 8 partiyan, 7 partî li ser 2 blokan dabeş bûne. Blokek di bin navê Alyans, ku ji 4 partiyan pêktê. Partiya Moderat, Senter, Lîberal û Partiya Krist Demokrat di nava vê blokê de cih digrin.

Herweha bloka din jî di bin navê kesk û Sor de ji Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Çep û ji partiya Jingehê pêk tê. Eve zêdeyî 30 salane ev herdu Blok ji bo desthilatdariyê rikberiyê dikin. Herdu bloka jî hukumet ava kirine.

Lê di van 8 salên dawî di nava civaka Swêdî de hizrên regezperestî peyda bûne û ev yek guhartina civata Swêd de çêdike. Di encam de partiyek bi navê Swêdiyên Demokrat hatiye damezirandin , her çendê ev partî xwe bi partiyek demokrat bi nav dike, lê li Swêd wek partiyek rasist/ regerperest hatiye naskirin.

Her ji destipêka ragehandina vê partiyê cemawerekê berçav li seranserî Swêdê bune endam û layengirên wê û ev partye di 2 hilbijatnanda kariye hijmareka mezin ya dengderên partyên kevin ji bo xwe rakêşê û bi taybetî jî nêzîkî % 25-30 endam û layengirên partîya Moderatan û rêjeyeka berçav ji dengderên Sosyal Demokratan li helibjartinên 2014 ê dengên xu dane vê partiyê.

Di hilbijartinên 2018ê de, vê partiyê 62 parlementer destve anî û bû wek kabûsekî di navbera herdu blokan de. Eve bi temamî bûne 3 heyv hilbijartin li Swêd hatine encamdan. Hêja aliyên Swêdî li ser pêkanîna hukumetê li hev nehatine.

Hêjayê gotine ye ku, serokê parlementoyê ji bo avakirina hukumetê serokê Modrata erkdar kir , lê di parlementoyê de dengên pêwîst destve neanî û baweriya parlementoyê wernegirt. Ji ber ku helwesta Moderata jî di derbarê biyaniyan d nêzikî Partiya Demokratên Swêd de.

Wek din serokê Senter Partiyê hate erkdar lê wê zwe jê kişand. Niha cardin serokê Sosyal Demokrata hatiye erkdar kirin. Serokê Sosyal Demokrata dê hewldana pêkanina hukumetê bide.

Li gora destûra Swêd, dema pirsgirêka avakirina hukumetê hebe, parlementoya Swêd 4 alternatifa dide partiyan û aliyên siyasî daku li hevhatinekî ji bo avakirina hikumetê bikin. Eger cardin nekarin hukumetê pêkbînin û negihin tu encamekî hingê hilbijartin dubare dibin.

Lê eger hilbijartin dubare bibin ev barek giran têxe li bûtçeya Swêd, zêdeyî milyarek kron giranî çêdibe. Ji bo vê jî hemû hewl didin ku hukumetekî bi awayekî ava bikin da ku hilbijartin dubare nebin.

Hilbijartinê Swêdê roja 9.9.2018ê de çêbûn. Di encam de bloka kesk û Sor kursiyek ji bloka Alyans zêdetir destxist. Astên partiyan de Sosyal Demokrata dengên herî zêde anîn.

Hêjayê gotinê ye ku ji bo heyina sistemek bingehîn, heta niha hemwelatiyên Swêd hest bi bê hukumetiyê nekirine.

Back to top button