CîhanPolîtîk

Serokwezîr digel Balyozê Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 10.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşawazî li Jon Welks Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û şandeya pê re ku, ji Lord Fransis Mod û Martin War Konslê giştiyê Brîtanyayê li Hewlêrê pêkhatibû,  kir.

Di civînekê de, Balyozê Brîtanyayê behsa dawî pêşhatên herêmî yên di warê siyasî û emnî de û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û tekîd li ser berdewamiya piştevaniya hikûmeta Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û diyalog navbera Hewlêr û Bexadyê kir û çaksaziyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ku heyameke di warên cuda dest pê kitine, bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Brîtanyayê ku di dem û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir û bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa karname û pirograma berê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê  û pirosesa çaksaziyê  di saziyên hikûmeta de kir  û got ku hikûmet lêdixebite li ser çaksaziyan û zêdekirina çavkaniyên dahatiniyê di sektora gişrî û taybet de berdewam be.

Çend mijarên girêdayî rewşa giştî, zêdetir pêşdebirina têkeliyên Hewlêr û Londonê û xebatên ji bona zêdetir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.
 

Back to top button