Civak

ENKSê ji bo mafê mirova xwepêşandanek li darxist

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li  Qamişlo bi minasebeta roja cîhanî ya mafê mirovan  xwepêşandanek li darxist û pişgiriya xelkê Efrînê kir.

Li bajarê Qamişlo  bi beşdariya hejmareke mezin ji endam û alîgirên  ENKSê û xelkê bajêr xwepêşandanek li pêşiya baregeha NY li darxist.

Di xwepêşandanê de serkirdeyên ENKSê daxwaz ji aliyên navnetewî yên mafê mirovan kirin rê li ber kiryarên PDY bigre û girtiyên di zindanan de werin azad kirin.

Herwiha ENKSê rewşa bajarê Efrînê û kiryarên kuştin, revandin, talankirina û hemû binpêkirinên mafê mirovan ku, ji aliyê grûbên çekdar ve tê pêkanîn şermezar kir û daxwaz ji aliyên navnetewî kir rewşa welatiyên wî bajarî çareser bibe.

Back to top button