Civak

Wesiyeta Talabani malbata wî kir tengasiyê de

Weseyeta Celal Talabani di hinek medya girêdayî YNKê û Tevgera Goran de hate belav kirin. Tê gotin ku eşkerekirina wesiyet a Talabanî malbata wî tengav kiriye. Malbata Talabanî da xûyakirin ku ev wesiyetnama ku hatî eşkere kirin ne raste.

Weseyetnama serokkomarê Iraqê yê berê û sekreterê giştî yê YNK Celal Talabani di medya nêzikî YNKê û Goranê de hate eşkere kirin. Lê malbata Talabanî ji vê yekê ne razî bû , malbatê midaxele kir û piştî demekî wesiyatname ji medyayê  hate rakirin.Xuşka Hêro Talabaniya hevjîna Talabanî, Şanaz Îbrahim bi daxûyaniyekî da diyarkirin ku ev wesiyetname ne rast e. Herweha hat ragihandin ku Talabanî wesiyeta xwe nenivîsîye.

Talabanî di wesiyetnama xwe de behsa rewşa siyasî ya Iraqê dike û herweha behsa gendeliya ku tê kirin kiriye. Wek din Talabani ji bo istikrara Kurdistanê wesfê role serok Barzanî daye.

Back to top button