Li Hewlêr dijê dagirkirina Kerkûkê xwepêşandanek pêkhat
Îro bi minasebeta salvegera xiyaneta 16ê cotmehê, li Hewlêr xwepêşandinek hate li darxistin. Di xwepêşandanê de dezgehên civaka sivîl amadebûn û li hember xiyaneta 16ê cotmehê û dagir kirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê helwêstê xwe ragehandin û daxwaz kirin, ku bi awayek bêalî lêkolîn û lêpirsîna bûyerê bê kirin.Di xwepêşandanê de daxuyaniyek hat xwendin û hat ragehand: ‘’Buyera 16ê cotmehê di demekê de ye ku berevajî hemû yasayên kar pê tê kirin û yasayên navnetewî bû. herwaha berevajî bû li gel destûra Iraqê ya federal û tewaneke mezin bû. ji ber li gor destûrê nabe artêş û hêzên çekdar di rikberiyên siyasî de beşdar bibin û binpê kirinan bikin, lê mixabin di 16ê cotmehê de artêşa Iraqê û milîsên heşdî şeibî tewan pêkanîn.’’Hewaha hat gotin: ‘’Em di ji parlamentoya Iraqê daxwaz dikin ku binpê kirinên ku berdewam dikin û herwaha hikûmeta Iraqê bi awayên cuda helmetên ji kar dûrxistina berpirsên îdarî yên li navçeyên cuda daye destpê kirin û li hemû wan navçeyan jî proseya ereb kirinê dane destpê kirin û bi hemû awayekî dijatiya gelê Kurdistanê tê kirin. Ji ber wê jî wek erk û berpirsyariya xwe yên rêxistinên civakî sivîl em daxwaz dikin;-Dawî li zulma li ser gele kurd bê anîn û dawî bi helmeta dûrxistina kar a berpirsên îdarî bê anîn ku piraniya wan jî kurd in.- Li gor destûrê Pêşmerge hêzeke fermî û hatiye nasîn e. Em daxwaz dikin Pêşmerge vegere Kerkûk, Şingal û hemû navçeyên din û bi awayek hemû aliyan ve dever bên rêvebirin.- rakirina wan xalên gumrikê yên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û milîsan ve hatine danîn û bacê werdigrin û di navbera Hewlêr û Kerkûk û hemû navçeyên din de hatine danîn.